Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn

ŞIRNEX -  Li gundê Cîlbya û Bilikayê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan rojane 270 tonên daran tên birîn. Cerdevanên ku 6 rojên hefteyê daran dibirin, tona darên dibirin bi 5 hezar TL’an difiroşin. 
 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet didomin û bi hinceta “ewlehiyê” sîstema ekolojîk tê talankirin. Yek ji navendên ku bi kanên keviran, santralên termîkê, Santralên Hîdrolektrîk (HES) û birîna daran ve tê tunekirin jî Şirnex e. Jîngehên Şirnexê yên ku ji aliyê kanên madenan ve hatine dorpêçkirin, di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan her roj tên tunekirin.
 
Wek Ajansa Mezopotamyayê (MA), me dîmenên qirkirina daristanan û texrîbaten ekolojîk ên li gundên Cilbya û Bilikayê kişand. 
 
KANA KOMIRÊ DI 1974’AN DE HATE AVAKIRIN
 
Herêma li sêgoşeya Qileban, Silopiya û Zaxoyê, ji salên 1990’î heta niha weke “herêma ewlehiya taybet” hate îlankirin. Welatiyên dixwazin têkevin qadê divê rojek berê sûreke nasnameya xwe bi rêya keya ve ji qereqolê re bişînin. Em kana komir a ku di sala 1974’an de hatiye avakirin dibînin. Piştî valakirina gundê Herbûlê yê Asuran, kana komiran hatiye avakirin û ji ber kanê gundiyên din jî koç kirine. 
 
Termîk Santral a Silopyayê ku dibe sedema qirêjiya hewayê jî li vê herêmê ye. Gundên Cilbya û Bilika yên ku qirkirina daristanê lê tê kirin, 20 km'an durî gundê Herbûlê ye. Gundê Cilbya 1993’yan de berî valakirina bi hinceta “ewlehiyê” 20 mal, gundê Bilika berê valakirina leşkeran 200 mal lê hebûn. Şêniyên gund ên ku debara xwe bi sewalkariyê dikirin û ferzkirina “cerdewaniyê” qebûl nekirin, ji bo Silopiya, Cizîr, Zaxo û Mersînê hatine koçberkirin. Welatiyên ku piştî pêvajoya 2013-2015’an serdana gundên xwe kirin, dest bi restorekirina bax û baxçeyên xwe kirin. Şêniyên gund ên ku piştî pevçûnên 2015’an nikaribûn têkevin gundên xwe, di sala 2023’yan de dîsa vegeriyan gundên xwe û bi derfetên xwe restore kirin. 
 
DI QIRKIRINA DARAN DE NAVBERA ‘ÎNÊ’
 
Di rêya nêzî gundê Herbûlê de darê ku ev du sal in tên birîn, kokên wan di bin heriyê de tên dîtin. Cerdevanên ku ji bajarokê Sêgirka ya Qilebanê tên Cilbya û Bilikayê, heftane 6 rojan daran dibirin. Cerdevanên ku roja înê navberê didin birîna daran, di bin çavdêriya leşkeran de tên qadê. Li kêlaka rê darên jêkirî bi awayeke komî li ser hev hatine stêrkirin. Cerdevanên ku ji 6 komên cihê pêk tên, bi 2 eksvatoran ve rê vedikin û darên ku dibirin bi 12 motoran ve dibin li Bestayê kom dikin. Rojane 270 ron dar tên barkirin û rêya ku welatiyan bi derfetên xwe ve ava kirî ji ber çûyîn û hatina motoran xira bûye. Serê tona daran bi 5 hezar TL ve tê firotin. Darên ku li qadê tên komkirin bi balhilgêran ve dibin bazarên êzingan ên Riha û Dîlokê. Birîna daran a ku bi du motoran ve hatibû destpêkirin îro gihîştişye 12 motoran.
 
MÛHÎMATA NETEQIYAYÎ
 
Li qada ku daristan tê birîn dengê xîzarên bi ceyran tê, li qadê guleyên obusê yên neteqiyayî xeternak in. Dema em çûn me guleyek obusê ya neteqiyayî dît. Cerdevanên herêmê tenê daran jê nakin, di heman demê de nêçîrvaniya pezkovî, rovî, beraz û ajalên kovî jî dikin. Gundî, diyar dikin ku di salên dawî de ji ber cerdevanan pezkovî li herêmê nemane. 
 
BANGA BALDARIYÊ
 
Sadik Deger (66) ê ku piştî gundê wan hatiye şewitandin koçî Silopiyayê kirî, got: “Ev gund berê sed salan hatiye avakirin û li vir bi saden kes dijiyan. Di sala 1993’yan de em li dijî ferzkirina dewletê ya ji bo cerdevaniyê ji gund derketin. Mizgefta gund jî bi guleyên topê ve hate wêrankirin. Em bela wela bûn. Me perîşaniyeke mezin jiya. Di sala 2013’an de bi despêka pêvajoya çareseriyê re em hatin gund û du sal man û çûn. Piştî 30 salan me wêraniyeke mezin dît. Cerdevanên Sêgirkê ev du sal in darên gundên me dibirin. Nêçîra ajalên kovî jî dikin. Ma kîjan wijdan dê vê yekê qebûl bike? Bax û baxçeyên me di nava tozê de hiştin. Dema em bertek nîşan didin, gefan li me dixwin. Di erdên me yên bi tapokirî de li gorî kêfa dilê xwe tevdigerin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê rayedar midaxileyê vê rewşê bikin. Xwezaya me talan kirin, av çimiqîn. Ruhê daran av e dema dar nebe av jî nabe. Di despêkê de em ji Baroya Şirnexê û hemû saziyên me yên parêzvanên xwezayê rica dikin ku li dijî vê rewşê bêdeng nemînin. Êdî bes e. Bila xweza me neyê talankirin.”
 
MA / Emrullah Acar