KCK: Dema pêvajo bi pêş ve biçe, herî zede dê jin bi ser bikev in
Hevserokatiya KCK'ê diyar kir ku ger Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li gor armanca xwe pêş ve biçe, herî zede dê jin bi ser bikevin û got: "Armanceke girîng a vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be. Azadiya Rêber Apo wê demeke welê bide destpêkirin ku têkoşîna azadiya jinê wê li tevahî cîhanê gav bavêje."
- 11:29
Dîmenên êrişa li ser Hewlêrê
Dîmenên êrişa Îranê ku duh êvarî êrişî bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe kiribû, derketin holê.
- 11:13
Li Kobanê 3 kes hatin revandin
3 kesên ku ji gundê Cexer ê Kobanê hatin revandin, aqûbeta wan nayê zanîn. Malbatan ji bo zelalkirina bûyerê bang kirin.
- 11:09
Jin ji bo Meşa Şevê ya Feminîst a 24'an amade ne
Amadekariyên Meşa Şevê ya Feminîst a 8'ê Adarê temam bûn. Ji Komîsyona Çapemeniyê ya Meşê Betül Topkayayê banga beşdarbûnê li jinan kir.
- 11:02
Talabanî: Divê Kurdistan di vî şerî de nebe sertîrk
Bafil Talabanî destnîşan kir ku divê Herêma Kurdistanê "di vî şerî de nebe sertîrk", ji lew re ev dê zirareke mezin bide wan û got ku li dijî Îranê tu operasyoneke çekdarî ya derî sînor pêk nehatiye.
- 10:43
Karkerên tekstîlê ku bi berxwedanê 8'ê Adarê pêşwazî dikirn: Heya dengê me neyê bihîstin em ê li vir bin
Jinên karker ên Digel Tekstîlê ku 414 roj in li ber kargehê ji bo mafên xwe yên sendîkayî li ber xwe didin, gotin: "Em dixwazin bi rûmet û şeref bijîn û bixebitin. Divê em ji vê rewşê re bêjin na. Heta ku dengê me neyê bihîstin, em naçin tu cihî."
- 09:47
Ayik ê ji sedî 76 astengdar bêyî bê dermankirin ew şandin girtîgehê
Hulya Ayik, dayika girtî Devrim Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, got ku rewşa çavê kurê wê xirabtir dibe û bijîşkê nexweşxaneya jê re gotiye, "Ez dermankirinê li gor we nakim, ez li gor we sewqê nakim, derkeve" û ew derman nekiriye
- 09:34
Têkoşîna 45 salan a Dayika Aştiyê Kewê Işikê
Dayika Aştiyê Kewê Işik ku 45 salan têkoşiya, tevî ku di tevahiya jiyana xwe de gelek zextên dewletê dît jî, bi têkoşîn û şahidiyên xwe bû yek ji sembolên lêgerîna aştî û edaletê li Kurdistanê.
- 09:14
Kamaç: Rêya xelasiya ji şer di paradîgmaya Abdullah Ocalan de ye
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, li ser êrişên li Îranê axivî û got ku yekane rêya xelasiya ji rewşa şer a li Rojhilata Navînê paradîgmaya Abdullah Ocalan e.
- 09:06
Îranê, li dijî Îsraîlê pêleke nû ya êrişan da destpêkirin
Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê, pêleke nû ya êrişan li dijî Îsraîlê da destpêkirin.
- 22:48 06
Serşêwirmendê Xameneyî hat kuştin
Di êrişên hewayî yên Îsraîlê de serşêwirmendê Xameneyî hat kuştin.
- 22:43 06
NY: Divê Îsraîl êrişên li ser Lubnanê rawestîne
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'yê Volker Turk diyar kir ku piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê û fermana valakirinê bi sed hezaran kes koçber bûne û got ku ev yek fikarên cidî der barê hiqûqa mirovî ya navneteweyî de çêdikin.
- 20:31 06
Kongra Star: Heya destkeftiyên jinan mîsoger nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin
Koordînasyona Kongra Star, bi sedema 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destkeftiyên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku ew ê van destkeftiyan biparêzin.
- 19:35 06
Êrişî partiyên Rojhilatê tê kirin
Ji danê nîvro ve bi dijwarî êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê tê kirin.
- 18:46 06
PAJK: Divê ev 8'ê Adarê bibe roja azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
Koordînasyona PAJK'ê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da û ev bang kir: “Ji bo parastina aştiyê û avakirina jiyanek azad li dijî pergala serdest a mêran ku di vê serdemê de bûye bela li serê mirovahiyê, li dijî xeta şer, tundûtûjî û mirinê, xwe birêxistin bikin û bibin yek.”
- 18:39 06
Ji Abdullah Ocalan bo tevgera jinan name
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya 8'ê Adarê nameyek ji tevgera jinan re şand û got: “Pêvajoya em di nav de pêvajoyek ku jin dikarin bi awayek çalaktir rol bileyîzine. Înşa, wê bi pêşengtiya jinê bê hûnandin. Bi awayê dîrokî jî kirdeya avakar a civakê jin e.”
- 18:32 06
Pezeşkiyan tekildarî navbeynkariyê daxuyanî da
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku hinek welat ji bo şerê di navbera Îran, DYA-Îsraîlê dest bi navbeynkariyê kirine û ev tişt got: “Em girêdayî aştiya herêmê ne, lêbelê em ê rûmet û serweriya welatê xwe jî biparêzin.”
- 16:26 06
Cizîr wek bajarê jinan hate îlankirin: Heta jin azad nebe civak azad nabe
Şaredariya Cizîrê ya di deste DEM Partiyê de navçe wek bajarê jinan îlan kir. Siyasetmedarên jin ên di dema ragihadina deklarasyonê axivîn peyama “Heta jin azad nebe civak azad nabe.”
- 16:08 06
Rêxistinên maf û hiqûqê: Peymana Stenbolê dîsa bixin meriyetê
Rêxistinên maf û hiqûqê, di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakî li dar xist, îşaret bi cînayetên jinan kir û bang kirin ku Peymana Stenbolê careke din bikeve meriyetê.
- 16:07 06
Jinên TMMOB’î: Em kampanyaya piştevaniya bi Kobanê re mezin bikin
Koma Xebat ya Jinan a ÎKK’a TMMBO’a Amedê piştgiriya xwe ya bi kampanyaya “piştevaniya hîjyenê” ya bi jinên Kobanêyî re ragihand û banga mezinkirina kampanyayê kir.
- 15:46 06
Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin
Girtiyên li Girtîgeha Dumluyê tên ragirtin diyar kirin ku ji bo wan ava vexwarinê nayê dabînkirin û ragihandin ku îtîrazên wan ên ji bo vê yeke jî nehatiye qebûlkirin.
- 15:21 06
MKG: Di meha Sibatê de 4 rojnamgerên jin hatin girtin
MKG'ê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Sibatê aşkera kir û di raporê de diyar kir ku di meha Sibatê de 4 rojnemeger hatine girtin û ji bo bidawîbûna tundiya li ser rojnamegeran bang kir.
- 14:46 06
Abdullah Ocalan ji bo 8’ê Adarê danezanek amade kir
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê danezanek amade kiriye û dê ev di mitîngên 8’ê Adarê de bê xwendin.
- 14:42 06