Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin

img

STENBOL - “Kampanyaya Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” da zanîn ku di nava 20 rojan de li Îranê 164 kes hatine darvekirin. 

 
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 90’emîn de daxuyaniyek belav kir. 
 
Li gorî daxuyaniyê veguhestina girtiyên siyasî yên jin ya ji girtîgeha Qerçek a ji bo girtîgeha Evîn dewam dike. Hate diyarkirin ku dema girtî tên veguhestin bi tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha hate gotin: “Jinên ku dijî kuştina Sumeye Reşîd dest bi nerazîbûnê kirine, niha ji pêwîstiyên xwe yên bingehîn bê par hatine hiştin û rewşa wan gelek xirabe. Ev yek binpêkirina mafê mirovane.”
 
Kampanyayê ragihand ku di nava 20 rojên borî de 164 kes li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Di heman daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî û azadîxwazan hate kirin ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin.