Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye

img

WAN - Li Wanê bi hatina zivistanê re eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan çêbû. Çaya herî zêde tê kirin axlemûr e kîloya wê di navbera hezar û 750 TL û 2000 TL’î de diguhere.

Li bajarê Wanê yê yê ku zivistana wê dijwar e, bi hatina zivistanê ve eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan çêbû. Welatiyên ku ji bo xwe ji zekem û grîbê biparêzên diçin biharatfiroşan, çareseriyê di çayên xwezayî yên zivistanê de dibînin. Çaya ku herî zêde tê kirin axlemûr e. Li cem biharatfiroşan kîloya axlemrûrê li hinek cihan 750 TL li hinek cihên din jî 2000 TL ye. Kîloya darçîna toz 380 TL, darçîna reh jî kîloya wê 400 TL û ya şîlanê 150 TL ye.  
 
ELEQEYA ZIVISTANÊ
 
Hakan Ertaş ê ku 12 sal in li bajêr biharatfiroşan dike, diyar kir ku di zivistanan de eleqeyek zêde çêdibe û ev tişt got: “Bi hatina zivistanê re welatî tên dan û standinê dikin. Giyayên wek darçîn, axlemûr û şîlanê bêtir tên firotin. Ev giyahên ku em difroşin ji parastina ji zekem û şewbê baş in. Gel ji dermanxaneya bêtir diçin cem biharatfiroşan. Bihayên giyahan li gorî sala çûn zêde bûye. Şîlan a ku me sala buhurî bi 100 TL difrot îsal bûye 150 TL. Em kîloya darçînê 400 TL, a axlemûrê bi hezar û 750 TL difroşin. Rexmê bihabûnê, gel ji bo parastina ji şewb û grîbê dikirin.”  
 
DARÇÎN, AXLEMÛR Û ŞÎLAN ZÊDE TÊN KIRÎN
 
Biharatfiroş Adem Yonten, diyar kir ku di zivistanan de karê wan zêde dibe û got: “Ev 12 sal in ez biharatfiroşiyê dikim. Di zivistanan de deverên çiyayî, elqeyê ji bo giyahan nîşan didin. Giya, ji ber zekem, grîb û serma girtinê tên tercîhkirin. Em jî li dijî nexweşiyên gribal çayên zivistanê, axlemûr, darçîn û şîlanê difiroşin. Welatî ji dêleva dermanxaneyan, biharatfiroşan tercîh dikin. Ji ber ku bi domdarî bihayê wan zêde dibin em zehmetiyê dikşînin. Roj bi roj bihayên van kelûpelan zêde dibin. Welatî herî zêde xavlêcan, darçîn, axlemûr, şîlan û beybûnê dikirin.”
 
MA / Bîlal Babat