Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir

  • rojane
  • 14:08 27 Îlon 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Kesê bi navê Kadîr M. ku li Silopiyayê bi awayekî sîstematîk li dijî zarokeke 8 salî tacîza zayendî kiribû, tevî îfadeyên zarokê jî beraet kir. 

 
Ji ber “îstîsmara zayendî ya biwesf” a di sala 2021’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî zaroka 8 salî kiribû, derheqê Kadîr M. (52) de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. 
 
Parêzerên zarok, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Parlamentera Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Aslan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Cizîrê û Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê jî di danişînê de amade bûn. Bersûc Kadîr M. ku bi awayekî negirtî tê darizandin û parêzerê wî jî di danşînê de amade bûn. 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî daxwaza mudaxilbûna dosyayê ya Baroya Şirnexê hate redkirin. 
 
Di danişînê de ji ewil parêzerê bersûc Îsmaîl Bîlen axivî. Bîlen, zarok û malbata wî hedef nîşan da, îdia kir ku bûyer ji ber stûnên ceyranê qewimî ye û sedema wê rageşiya di navbera malbatan de ye. Piştre jî dozger mutalaaya xwe da û xwest ku bersûc were cezakirin.  
 
‘DIVÊ FAÎL WERE CEZAKIRIN’ 
 
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî parastin kir û ev tişt anî ziman: “Nayê qebûlkirin ku bersûc bi awayekî negirtî were darizandin. Dosyayên îstîsmarê yên bi vî rengî di nava civakê de birîneke xedar in. Weke Baroya Şirnexê em zehmetiyan dikişînin ku bûyerên wiha derxînin holê. Bersûcê ku ev sûc kirî û mexdûr ji vê herêmê ne lewma dibe sedema tunekirina delîlan û nixûmandina bûyerê. Dema di bûyerên wiha de ceza neyên dayîn, civak jî di rewşên wiha de bêdeng dimîne. Divê li gorî qanûnan ceza bên dayîn. Nayê qebûlkirin ku bersûc tenê yek rojê jî di girtîgehê de nema ye. Divê delîlên heyî û sûc berçav bên girtin û bersûc were cezakirin.” 
 
Piştre jî parêzerê zarok û Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togurlu axivî. Togurlu got ku di dosyayê de tu hêmayên kêm nînin û wiha got: “Bersûc bi awayekî negirtî tê darizandin û li kolanan bi rehetî digere. Ev yek dê bibe sedem ku sûcên nû bike. Diviya bersûc niha ne li vê derê lê di girtîgehê de bûya. Darizandina negirtî wijdanî nîne.” Parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî xwest ku bersûc were girtin. 
 
Herî dawî jî bersûc Kadîr M. axivî û îdia kir ku îftîra li wî tê kirin û zarok û malbata wê hedef girt. 
 
BERAET KIR 
 
Piştî parastinan, şandeya dadgehê navber da. Piştî biryarê, şandeyê bi îdiaya îfadeyên hevnegirtî û nebûna delîlên şênber, derheqê bersûc de biryara beraetê da. 
 
Parêzerên zaroka mexdûr C.E.’yê diyar kirin ku dê li dijî biryarê îtîrazê bikin û dosyayê bibin Dadgeha Îstînafê. 
 

LÊGERÎN

Ji bo 828encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin