‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'

AMED - Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên li dijî kurdan e û gotin çareserî çûna AKP'ê û Erdogan e.

Siyaseta hikûmetê ya rantê, gendelî, bertîlxwarinê û şer wekî krîza aborî li gel vedigere. Her ku krîz kûr dibe hêrsa welatiyan jî zêde dibe. Zêdebûna fiyetên xaniyan û xwarinê bandorê li komên kêmdahat, xizan û girseyên mezin ên li ser sînorê xizaniyê dike. Amediyan diyar kir ku sedema herî mezin a krîza siyasî, civakî û aborî şerê li dijî kurdan e.
 
‘PERGAL XIRAB E'
 
Welatiyê bi navê Mehmet Şerîf Çagrî bal kişand ser berpirsyariya desthilatê ya di hemû krîzan de û got: "Eger bingeh saxlem nebe, kî were ser desthilatdariyê jî ev pergal wê xirab bibe. Kes xizmeta vî gelî nake. Kî tê xelkê dixapîne. Piştî ku nan û kar tune be, her tiştê din xapandin e. Berê me bi kîloyan sêv û pirteqal distenin, niha em bi heban distînin. Gava em tiştekî dikirin, em yê din 15 rojan taloq dikin."
 
‘GER ERDOGAN HILWEŞE DÊ KRÎZ ÇARESER BIBE'
 
Bayram Aman jî anî ziman ku heta Erdogan li ser desthilatê be dê kes nikaribe kirêya xwe jî bide. Aman destnîşan kir ku êdî mirov nikarin nan bikirin û got: “Sedema vê jî Erdogan e. Erdogan mirovan dikuje, dixe girtîgehê. Kurê wî çi dike? Diçe welatên derve û gelek pereyan dişîne komeleya xwe ya tîkevaniyê."
 
Aman got: "Eger Erdogan hilweşe, wê ev krîza aborî baş bibe. Vê desthilatê hem mirov kuştin, hem jî yên nikaribû wan bigire jî ji welêt reviyan. Ji ber ku heqê hemşîre û bijîşkan neda hemû berê xwe dan Ewropayê. Di vê hilbijartinê de an wê her kes bikeve bin axê yan jî wê vê desthilatê hilweşîne. Di vê rewşê de tu rêyeke din nîn e.”
 
‘KRÎZEKE KÊFÎ'
 
Talip Sana jî got: “Pirsgirêka aborî li cîhanê û Tirkiyeyê di rewşeke pir xerab de ye. Lê belê li Tirkiyeyê krîzeke keyfî heye. Nêzî 30 sal in şer hene. Hemû çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin û gelek pere didin eskerên xwe. Kî dizane bê her bombeyeke tê avêtin bi çi qasî ye. Yanî li Tirkiyeyê herî zêde zêdekirina bihayan ji bo şeran tê xerckirin. Qey ên şer dikin naxwazin şer bi dawî bibe? Bi vî awayî temenê desthilatdariya xwe dirêj dikin. Ji ber ku pergala dewletê vî tiştî dixwaze."
 
DIVÊ DESTHILAT BIGUHERE
 
Şefîk Aslan bilêv kir ku ji ber ku her tişt biha ye nikare tiştekî bikire û wiha got: “Heke hikûmet biguhere dê ev pirsgirêk çareser dibe. Vê hikûmetê em hilweşandin. Em dixwazin ew biguhere. Mînak meaşê xwe zêde dike. Bi kevçî dide bi çoçikê distîne. Aborî ancax bi guhertina vê desthilatê wê baş bibe.”
 
Welatiyê bi navê Abdullah Baran ê extiyar jî anî ziman ku nikarin nan bixwin û wiha got: “Her tişt pir e, lê nayên kirîn. Dema ez bi 200 TL'yî diçim bazarê, ez nikarim pêdiviyên malê jî bikirim. Em dizanin sedem kî ye, lê em nikarin bibêjin. Înşele em ê di hilbijartinê kesên ku bûne sedema vê yekê bişînin.”
 
‘TURÎST ŞER NAXWAZIN'
 
Tûrîstê bi navê Velî Mihemmed ku ji bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistana Federe hatiye Amedê, êrişên li ser herêm ên Tirkiyeyê bibîr xist û wiha got: “Gelê sivîl tên qetilkirin. Li şûna wê, divê bedewî û azadî hebe. Xelkê Başur naxwazin Tirkiye Zaxo û deverên din bombebaran bike. Zarokên biçûk bi bombebaranê tên kuştin. Ev yek jî têkiliyên navbera Tirkiye û Iraqê xera dike. Em gelê Basûr em şer naxwazin. Em êrişê naxwazin. Ger ev şer biqede dê fêdeya wê li aboriyê jî bibe."
 
‘HER KES LI BENDÊ YE KU ERDOGAN TÊK BIÇE' 
 
Yagmûr Duman jî destnîşan kir ku lîtreyek avê bûye 4,5 TL û sedema krîzê Erdogan e û her kes li bendê ye ku rojek berî rojekê îktidar hilweşe û Erdogan têk biçe.  
 
Mehmet Çelîkoglû jî bibîr xist ku zehmetiyên aborî, buhabûna jiyanê û bihabûna xwarinê pirsgirêkên cidî ne. Çelîkoglû anî ziman ku betalî û bêçaretî her ku diçe zêde dibe û ciwan ketine nava neprûşkên tiryakê. Çelîkoglû got: “Sedema krîza aborî hikûmet ku nikare çareyekê peyda bike. Ger wisa bidome dê xizanî xerabtir bibe. Di germa vê havînê de kîloya bacanên sor 15 TL ye. Li çarşiyê û marketan fiyet pir biha ne. Ji maliyeta şer girantir tu tişt tune ye. Em şer naxwazin. Ji şeran re na."