• img

    Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye

    Hevberdevkê HDK'ê Çengîz Çîçek, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên lezgîn yên li Tirkiyeyê yekane kesê ku bibe bersîv Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkên lezgîn tekane muxatab Birêz Abdullah Ocalan e. Li gorî vê rastiyê em ê sala 2024'an bikin sala mezinkirina rêxistinbûyînê.

  • img

    Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk

    Siyaseta kurd ku tevî gefên rejîma yekzilamî ya ji bo girtina partiyê gef xwarin hem mohra xwe li hilbijartinan hem jî li sala 2023’yan xist, dest ji israra xwe ya ji bo siyaseta demokratîk û bertekên xwe yên li dijî tecrîda Îmraliyê berned.

  • img

    Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hêzeke û wiha got: “Dema birêz Abdullah Ocalan azad bû, dê bike ku aqilê dewletê bi xwe re hevrû bibe, bi xwe re guherîn û veguherînekê bîne.”

  • img

    Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê

    Pergala darazê ku roj bi roj vediguhere amûreke zextên mezin a li ser civakê, di sala 2023’yan de bû amûra herî bikêr a desthilatê. Di nava salê de, daraz hema bêje veguherî "Buroya Hiqûqê ya AKP-MHP'ê".

  • img

    Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet

    Ciwanên ku bi polîtîkayên şerê taybet bûn hedef, li dijî tecrîd, şer, krîza aborî û polîtîkayên koçkirinê sala 2023’yan bi berxwedanê derbas kirin.

  • img

    Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...

    Polîtîkayên desthilata AKP'ê ku xizmeta tenduristiyê veguherandin tiştekî bazirganiyê, bûn sedem ku di salekê de hezar û 964 bijîşk derkevin derveyî welêt û zêdeyî 9 hezar xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê bên.

  • img

    Di sala 2023’yan de ji aboriya Tirkiyeyê tenê kavil ma

    Welatiyên Tirkiyeyê di sala 2023’yan de hîn bêhtir xizan û deyndar bûn û mehkûmî alîkariyên civakî hatin kirin. Prof. Dr. Mûstafa Durmuş diyar kir ku dê ev rewş di 2024’an de jî bidome û wiha got: “Xwe ji bo têkoşîna hevpar amade bikin.”

  • img

    Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan

    Bajarên beton ên ku ji aliyê rantxwiran ve hatine afirandin, di sala 2023'yan de ji mirovan re bûn gor. Cîhana ku hevsengiya wê ya ekolojiyê hat serobinokirin, gava bi erdhej û lehiyan hejiya, sala 2023'yan ji bo xwezayeke jiyanwer bi têkoşînê derbas bû.

  • img

    Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê

    Karkerên ku di sala 2023’yan de li dijî betalî, xizanî û bêrêxistinbûyînê li ber xwe dan, gelek destkeftî bi dest xistin.

  • img

    365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê

    Sala 2023’yan ku bi Şerê Rûsya-Ûkraynayê dest pê kir, bi ji nû ve destpêkirina Şerê Îsraîl-Fîlîstînê re diqede. Saleke ku bi kaos û xizaniya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku hêzên hegemon kûrkirin bi xwe re anî, bû şahidê kêfxweşiya kêmaniyan û hilweşina mirovahiyê.

  • img

    2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê

    Ji aliyê çand û hunerê ve sala 2023’yan hem bû vejînek, hem jî bû sala astengî û qedexeyan. Hunermend û yek ji rêvebera KASED’ê KASED’ê Devrîm Demîr bal kişand ser qedexeyan û wiha got: “Di sala 2023’yan de bêtehemûliya li dijî çand, ziman û hunera kurdî ya alternatîf derket asta herî jor, lê li gel vê yekê vejînek jî pêk hat.”

  • img

    Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!

    Li girtîgehên ku hikûmet gelek caran pesnê wan dide, di nava salekê de hema bêje tu maf nemane ku nehatine binpêkirin. Herî kêm 4 hezar û 904 binpêkirinên mafan pêk hatin, 34 girtiyan jiyana xwe ji dest da û berdana 245 kesan jî hat taloqkirin. Herî dawî bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" greva birçîbûnê dest pê kir.

  • img

    Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan

    Kurdên ku bûn hedefa êrişên topyekûn ên AKP'ê, daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd, mohra xwe li sala 2023'yan xistin.

  • img

    Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'

    Sala 2023’yan ji bo jinên ku li her qadê li dijî êrişan têdikoşin bû sala berxwedanê. Jin, li dijî polîtîkayên zayendîparêz yên AKP’ê û pergala mêrsalar, têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina jiyaneke nû, wekhev û azad bênavber domandin.

  • img

    Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da

    Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayên girtin, ji serê salê ve dest pê kirin û bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li çar aliyên cîhanê belav bû.

LÊGERÎN