Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin

img
WAN - Xebatkarên navenda bangewaziyê ku rastî mobbîngeke giran tên, Tora Piştevaniyê ya Xebatkarên Navenda Bangawaziyê ava kirin.
 
Navendên bangawaziyê di demên dawî de bi şert û mercên giran ên xebatê û mobbîngê di rojevê de ne. Li Wanê navenda bangawaziyê ya bi navê Webhelpê ku bi hezaran kes lê dixebitin, ne kêmî navendên bangawaziyê yên din e. Navenda bangawaziyê rojê tenê 13 lîre heqê xwarinê dide xebatkaran û kesên li malê dixebitin jî heqê înternet û ceryana wan nade. Her wiha di peymana karî de ji ber ku dema xebatê nehatiye diyarkirin, kengî bixwaze dikara karkeran ji kar derxe. Li vê navendê karker herî kêm rjê neh sat û nîvan dixebitin û kesên doza mafên xwe dikin jî îstifakirin an jî destûra bêheq li wan tê ferzkirin. 
 
Karker jî li dijî kedxwariyê û şert û mercên giran ên xebatê di bin navê "Tora Piştevaniyê ya Xebatkarên Navenda Bangawaziyê" xwe birêxistin dikin. Xebatkarên navenda bangawaziyê, behsa şert û mercên xebatê û binpêkirinên mafan kirin. 
 
H.B. ku 2 salan xebitiye û paşê bi awayekî bêhiqûqî ji kar hatiye derxistin got: "Gava em doza mafê xwe dikin, dibêjin 'derî li wir e.' Navendên bangawaziyê meaşê kêm disin. Lewma ji bo xebatê gelek eks serî li wan didin. Gava me ji kar derdixin dizanin dê şûna me tije bibe. Em rojê 9 saet û nîvan dixebitîn, lê gava kar zêde bûna car hebû em 16-17 saetan dixebitîn. Ji ber ku li ber van neheqiyan rabûm, rastî mobbîngê hatim. Peyman nediyar bû. Destûra biheq û rapor qethiyen ne bi dilê wan bûn. Sedem çi dibe bila bube, gava tu destûra bêheq an jî rapor bigirta, puanê te kêm dikirin. Tew carinan bi derxistina kar jî gef dixwarin. Belesebeb ez kar derxistim. Ji ber ku li diji neheqiyan rabûm ji kar hatim derxistin. Gotin îstifa bike, lê min qebûl nekir. Bêyî heqê min bidin ez ji kar derxistim." 
 
‘ME XWE BIRÊXISTIN KIR, EM Ê MAFÊN XWE WERGIRIN'
 
H.B., bilêv kir ku li dijî mobbîngê û neheqiyê Tevna Piştevaniyê ya Xebatkarên Navenda Bangawaziyê ava kirine û got ku ji bo mafên xwe dê bi awayekî rêxistinkirî bitêkoşin. H.B: anî ziman ku heya heqê wan bi dest wan nekeve dê li ber xwe bidin û got: "Em ê bi têkoşînê nîşanî wan bidin ku bila derxistina ji kar êdî dê ne wisa hêsan be." 
 
‘EM BÊNAVBER DIXEBITIN'
 
C.L. ku du salan li navenda bangawaziyê xebitiye û got ku ji ber mobbînga li cihê kar tim xwe xirab hîs kiriye. C.L. diyar kir ku tim tahde li wan tê kirin û got: "Em bi saetan dixebitin. Mola tune ye, em bênavber dixebitin. Ji ber vê em diwestin û piştî wextekê taqet di me de namîne." 
 
‘ÊN TÊN KIRIN NE QANÛNÎ NE'
 
M.K. jî ku zêdetirî salekê ye li navenda bangawaziyê dixebite got: "Çi ji aliyê serekê komê, çi jî ji aliyê rêveberan gelek caran rastî mobbîngê hatim. Ev mobbîngê hem devkî hem jî nivîskî dewam kir. Armanca wan ew e ez îstifa bikim. Axirê min şandin destûra bêheq. Ev ne qanûnî ye. Di pergalê de hê jî wekî dixebitim xuya dikim, lê meaş tune ye. Peymaneke me ya li gor demeke diyarkirî tune ye. Sîgorte tune ye. Kardêr dibêje 'jixwe li derve bi hezaran kesên vî karî bikin hene' û bi rihetî vê yekê dike."