Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin

img
STENBOL - Karkerên kurd ên li ofîsa Endezyariya B Planê dixebitin beriya heqdestê wan were dayîn ji kar hatin derxistin. Karkerên ku bi çekê gef lê hatiye xwarin, giliyê xwediyên şîrketê kirin. 
 
Endezyariya B Plan a weke taşerona Şîrketa Anonîm a Pîşesazî û Bazirganiyê ya Lîdya Yapi ya girêdayî Şîrketa Anonîm a Turîzmê ya Odeyerî Emlak Yapiyê, bêyî ku heqdestê 4 karkerên kurd ên tesîsatê bide wan, di 3’yê mijdarê de ji kar derxist. Ji karkeran Îbrahîm Işik, Mevlut On û Faruk Oguz di 19’ê kanûnê de ji bo heqdestê xwe wergirin çûn cem xwediyê şîrketa Endezyariya B Planê O.A. Hat zanîn ku xwediyê şîrketê bi devkî û bi çekê gef li karkeran xwar. Karker, di heman rojê de çûn Amîrtiya Navenda Polîsan a Gokturkê ya girêdayî navçeya Eyyupsultanê û gilî kirin. Karkeran tiştên bi serê wan hatin bo ajansa me vegotin. 
 
BÊYÎ AGAHÎ BIDIN JI KAR DERXISTIN
 
Îbrahîm Işik (38) diyar kir ku ji bo xebatê ji navçeya Bazîd a Agiriyê hatiye Stenbolê, zewicî ye û bavê sê zarokan e. Işik, da zanîn ku li ofîsa înşaetê ya Endezyariya B Planê weke karkerê tesîsatê dest bi kar kiriye û wiha got: “Em ji kar hatin derxistin û heqê me nehat dayîn. Ji bo ku di 2’yê mijdarê de vegerim bajarê xwe, me ji xwediyê şîrketê O.A. destûr girt. 10 roj destûr da me lê di 3’yê mijdarê de bêyî ku agahiyê bide kesekî em ji kar derxistine. Dema em ji kar hatin derxistin, li ser telefonê lê geriyam û min heqê xwe xwest. Lê telefonên hemû karkeran asteng kiriye.” 
 
‘DEMA MIN MÛÇEYÊ XWE XWESTÎ BI ÇEKÊ GEF XWAR’ 
 
Işik, got ku ji bo wergirtina heqdestê xwe di 19’ê kanûnê de çûne cem O.A. û wiha qala bûyerê kir: “Em careke din li patron geriyan û me heqê xwe xwest. Wî jî got; ‘temam werin vê derê em biaxivin.’ Ez û hevalên xwe çûn ofîsa Endezyariya B Planê. Dema em çûn derî li ser me girt. Me jî jê re got; ‘em ji bo axaftin û wergirtina pereyê xwe hatine vê derê.’ O.A. jî ji me re got; ‘hûn deh kes in, hûn çi ji hesab û kitêban fêm nakin, mejiyê we tune ye.’ Piştre jî çeka xwe derxist û berê çekê da min. Dê gule li min barandibûya lê birayê min destê wî girt. Em li polîsan geriyan. Em çûn Navenda Polîsan a Gokturkê û me giliyê wî kir. Em heqê xwe dixwazin.” 
 
‘GEFA KU MIN BIXE KOMAYÊ XWAR’
 
Harun Işik ku li heman şîrketê weke hostayê tesîsata mekanîk a înşaetê dixebitiya jî da zanîn ku du meh berê bi awayeke neheq û derhiqûqî ji kar hatiye derxistin û ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya projeya ji min re hatiye şandin de karê xwe dikim. Piştî proje bi dawî bûy, O.A. îdia kir ku proje xelet çêbûye û bi awayeke neheq û derhiqûqî ji kar derxist. Roja ku ji kar hatim derxistin O.A. ji min re got; ‘Ji îşev ve ez te li wir nebînim, ez te bixim komayê.’ Piştre jî heqaret li min kir û gef xwar. Beriya ku pereyê min bide ji kar derxist. Ji ber ku min daxwaza heqê xwe kir, gef li min xwarin. Piştre jî li ser navbeynkariyê min gilî kir. Ji wir jî encamek derneket. Ez jî ji bo mafê xwe çûm sendîkayê.” 
 
‘EWLEHIYA CANÊ ME TUNE YE’
 
Işik, destnîşan kir ku sê zarokên wî hene û neçare ku bixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her cureyên zextan li me karkeran tên kirin. Gelek caran pereyê me nayê dayîn an jî kêm didin. Heqaret li me tê kirin, gefan li me dixwin û ji ber nasnameya xwe ya nîjadî pirsgirêkan dijîn. Em nikarin bi rehetî bi zimanê xwe biaxivin. Em kengî biaxivin bi devkî tacîz dikin. Lewma em karkerên kurd nikarin bi tena serê xwe biçin cihekî û bixebitin. Ji ber ku ewlehiya me ya can nîne. Hûn biçin kîjan şantiyeyê jî ev polîtîkaye heye. Ji ber ku patron ji partiyên siyasî yên eşkere ne û hêza xwe ji dewletê digirin.” 
 
‘GEFA KUŞTINÊ Û HEQARET’ 
 
Mevlût On jî ji Êlihê ji bo xebatê hatiye Stenbolê û 23 sal in li ser înşaetan dixebite. On, wiha got: “Di tevahiya pêvajoya xebatê de pereyê me kêm dihat dayîn. Heke 20 hezar lîre pereyê min li gel wan hebe tenê 10 hezar didan. Dema me ev yek jê re digot jî O.A. digot; ‘hûn çi ji hesaban fêm nakin, ez dizanim, hesab li cem kesekî dibin.’ Min malbata xwe li pey xwe hişt û hatim. Penceşêra rûviyan a zarokekî min heye û hevjîna min li min geriya. Got ku rakirina beşa venêrîna awarte. Lewma hefteyekî beriya hevalên din çûm malê. Dema çûm jî min ji hevalên xwe deyn girt. O.A. di 3’yê mijdarê de ez ji kar derxistime. Min zarokê xwe li nexweşxaneyê hişt û hatim vê derê. Ji bo rizqê zarokên xwe hatim û em çûn ofîsa A.A. Lê gefa ‘ez ê we tevan bikujim’ li me xwar. Her wiha gelek heqaret li me kirin. Em li polîsan geriyan û me li qereqolê giliyê wî kir.” 
 
‘LI CEM POLÎSAN GEF LI ME XWAR’
 
Ferhat Oguz jî ev 7 sal in di sektora înşaetê de dixebite û yek ji karkerên mexdûr e. Oguz, got ku diviya bû 20 hezar TL bigirta lê tenê 3 hezar lîre jê re hatine dayîn. Oguz, diyar kir ku pereyê wan hemû nehatiye dayîn û wiha axivî: “O.A. dê pereyê me nede. Dema em çûn ofîsa wî, bi awayeke plankirî çek li me rakir. Heqaretên giran li hevalê me Îbrahîm kir. Polîs hatin cihê bûyerê û O.A. li cem polîsan jî gefa; ‘em ê serê we jê bikin û ev bûyer dê li vir bi dawî nebe’ xwar. Em mafê xwe dixwazin. Li benda piştevaniya hevalên sendîkavan in.” 
 
KILIÇ Ê OHD’Î: EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN 
 
Parêzerê karkeran ê ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) serkan Kiliç jî got ku di demên dawî de li dijî karkeran gelek binpêkirin tên kirin û ev tişt anî ziman: “Li gel kedxwariyê, her wiha helwestên nîjadperest li dijî wan pêş dikevin. Sedema vê helwesta sermayedaran a li dijî kedkaran, eleqeya xwe bi polîtîkayên îktîdarê re heye. Gelemperiya karkeran ji bajarên kurdan tên. Li gel qezayên kar û cînayetê kar, gelek caran heqdestê wan nayê dayîn. Dema heqê xwe dixwazin jî miameleya lê rast tên diyar e. Karker, ji bo heqê xwe hatin cem me. Em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.” 
 
DEV YAPI-ÎŞ: EM LI CEM KARKERAN E
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Nîhat Demîr jî got ku têkildarî mijarê bi fîrmaya sereke re pêwendî danîne û wiha got: “Me jê xwest ku O.A. neyê xebitandin û peymanên wî yên di projeyên fîrmayan de bên betalkirin. Fîrmaya sereke got ku haya wan ji rewşê nîne û lêborîn xwestin. Gotin ku dê derheqê berpirsyaran de tiştên pêwîst bikin. Em ê bûyerê bişopînin. Dema peyman tên betalkirin, fîrma peyaman dişînin. Em jî dê bişopînin. Banga me ji bo hemû karkerên înşaetê ew e ku bila xwe li tu deveran bi tenê hîs nekin. Bila bibin endamên sendîkayan û serî lê bidin. Em li vir in û werin em vê hêza birêxistinkirî mezintir bikin.” 
 
Me li ser telefonê xwe gihand Lîdyaya Yapiyê û ji me re gotin; “Em naxwazin bersivê bidin.” Ji rayedarên Lîdya Yapiyê Sînan Horoz got ku naxwaze bersiva pirsên me bide. 
 
MA / Esra Solîn Dal