Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye

img
STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ya di daxuyaniya bi daxwaza “mûçeyeke ku bikarin weke mirovan pê bijîn” hate dayîn de axivî wiha got: “Heke çîna karkeran hebe hêvî heye. Em ê Tirkiyeyeke kedê ku demokrasî lê heye ava bikin.”
 
 Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li dijî mûçeya kêmtirîn a were diyarkirin bi daxwaza “mûçeyeke ku bikarin weke mirovan pê bijîn” li Qada Barbaros a navçeya Beşîktaşê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowîzên “Ne mûçeyeke kêmtirîn, jiyaneke weke mirovan” û “Li dijî bihabûn û zeman mûçeyeke ku bikarin weke mirovan pê bijîn” hatin hilgirtin. Di daxuyaniya ku gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û welatî beşdar bûn de dirûşmeyên “Em di bacê de edaletê dixwazin” , “Bêdeng nebe, heta ku bêdeng bibî wê dor bê we” û “Bijî têkoşîna me ya birûmet” hatin berzkirin. 
 
 
‘15 KES DERBARÊ MILYONAN DE BIRYARÊ DIGIRIN’  
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ya di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku ji Enqereyê re meşek li dar xistin û daxwazên xwe yên “Di bac û dahatê de edalet” pêşkeşî Meclisê kirin. Ji bo ku em Tirkiyeyê ji civaka mûçeya kêmtirîn xelas bikin têdikoşin. Rêya vê jî sendîka ne. Em di diyarkirina pêvajoya mûçeya kêmtirîn de ne. Komîsyonê du civîn kirin. Ne diyare ku dê civîna sê û çaran kengî çêbibe. Yên li ser maseyê jî nizanin. Bifikirin 15 kesên li dora maseyekê kom bûne derbarê milyonan kesan de biryarê didin. Heta piştî pergala Hikumetê ya Serokkomariyê ya di sala 2018’an de diyarkirina mûçeya kêmtirîn radestî nava du lêvên kesekî hate kirin. Ev maf e? Divê bi bazareke komî ku hemû sendîka li ser maseyê bin mûçeya kêmtirîn were diyarkirin.”
 
‘EM Ê TIRKIYEYA KEDÊ AVA BIKIN’ 
 
Çerkezoglû, anî ziman ku dê vê pergala bi milyonan karker mehkûmî mûçeya kêmtirîn kirin biguherînin û wiha got: “Di demekî ku qaseyên şîrketan û dewlemendan tejî de vê pergala ku me mehkûmî mûçeyên kêmtirîn bike biguherînin. HêvÎ di destê karkeran de ye, em ê bi hev re hêviyê mezin bikin. Heke çîna karkeran hebe hêvî heye. Heke em li rex hev bin hêvî heye. Em ê di edaleta dahat û bacê de serbikevin. Em ê mûçeyeke weke mirovan qezenc bikin. Em ê Tirkiyeyeke kedê ku demokrasî lê heye ava bikin. Em ê bi berxwedanê ava bikin.”