Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin

img
ENQERE - Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, bûdçeya hatiye qebûlkirin weke “bûdçeya hilbijartinê” pênase kir û wiha got: “Divê em li dijî vê bûdçeya AKP’ê û polîtîkayên wê yên zextê bi hev re têbikoşin.”
 
Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk têkildarî Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an ku tevî nerazîbûnên partiyên muxalîf û rêxistinên civaka sivîl li Lijneya Giştî ya Meclisê hatiye qebûlkirin axivî. 
 
Bozgeyîk, da zanîn ku temamiya bûdçeyên di serdema AKP’ê de hatine qebûlkirin dişibin hev û wiha got: “Di dema amadekirinê de karker, kedkar û partiyên siyasî tune ne. Bi vê yekê re mafê çêkirina bûdçeyê yê gel tê binpêkirin. Lewma bûdçeyeke demokratîk nîne. Mîna li her devera cîhanê, divê di dema amadekirina bûdçeyê de rêxistinên girseyî yên demokratîk jî hebin. Lê li Tirkiyeyê ev yek ji holê hatiye rakirin.”
 
'AKP BÛDÇEYÊ JI BO XWE BI KAR TÎNE’ 
 
Bi domdarî Bozgeyîk bûdçeya îsal weke “Bûdçeya hilbijartinê” pênase kir û wiha domand: “Ev bûdçe, xizmetê ji pêşeroja îktîdara AKP’ê re dike. Me gotibû ku bûdçeya 2023’yan jî bûdçeya hilbijartinê ye. Di hilbijartinên 14-28’ê gulanê de jî me ev dît. Ne ji bo karker, kedkar û gel lê ji bo bekaya îktîdara xwe bi kar tîne. Bûdçeya 2024’an jî ji yên din cuda nîne. Ji bo hilbijartinên adarê û sermayedar û alîgirên wê ye. Gel û xizan li ber çavan nehatiye girtin. Em bi bûdçeyeke ewlehîperest, milîtarîst û nêrza re rû bi rû ne. Heke ji bo gel bihata bikaranîn, dê gel zêde ji krîzê bibandor nebûya. Ji bo qadên perwerde, tenduristî û hwd. zêde bûdçe nehat veqetandin. Lewma xwendekar pirsgirêka cihê mayînê dijîn û terkî terîqet û cemaetan tên kirin.”
 
'ÇAVKANÎ JI BO ŞERÊN EMPERYAL TÊN VEQETANDIN’ 
 
Bozgeyîk, bal kişand ser bûdçeya ji bo şer hatiye veqetandin û ev nirxandin kir: “Bûdçeyeke milîtarîst e û vê jî eleqeya xwe bi neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Di pirsgirêka kurd de AKP şer hildibijêre. Lewma gelemperiya bûdçeya me ji bo lêçûnên şer û çekan diçe. Îcar ev jî besî wan nake ku vê bûdçeyê ji bo şerên emperyal ên li Rojhilata Navîn, Qefqasya û Asyayê bi kar tîne. Heke li welatekî aştî nebe û her tim rewşa şer hebe, ev yek dibe sedema xizanbûna kedkar û gel. Lewma divê mirov bibêje ku polîtîkaya aştiyê yekser eleqeya xwe bi bûdçeyê re heye. AKP hewl dide bi çakvaniyên bûdçeyê hegemonyaya xwe ya bîrdozî ava bike.” 
 
Herî dawî jî Bozgeyîk ev tişt anî ziman: “Di gelek branşan de pêdivî bi mamosteyan heye lê MEB di her serdema tayînan de tenê mezûnên îlahiyatê tayîn dike û polîtîkayên olî têxe meriyetê. Ew jî bes nake ku îcar bi terîqet û cemaetan re protokolan îmze dike û yekperestî û mezheba henefîtiyê ferz dike. Her wiha zexta wan a li kolanan didome. Divê li dijî bûdçe û polîtîkayên zextê yên îktîdara AKP’ê têkoşîneke hevpar bê dayîn. Ji bo guherîna vê rewşê, hewcehî bi bûdçeya demokratîk heye.”