Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bihayê belgenameyên nasname, pasaport û ehliyetê zem hate kirin.
 
Li gorî Teblîxa Giştî ya Midûriyeta Giştî ya Muhasebeyê ya Wezareta Xizîne û Maliyeyê, ji bo bihayê belgenameyên ehliyet, nasname, pasaport, belgenameya tescîlkirina wesayîtên bimotor ên sala 2024’an zem hatin kirin.  
 
Li gorî zemên nû; bihayê belgenameyên noter û beyannameyan bû 87 lîre, yê protesto, vakaletname û seneden eslî bû 174 lîre, yê pasaportan bû 790 lîre, yê destûra îkametê bû 565 lîre, yê nasnameya bêyî agahdarkirina qanûnî tê çêkirin bû 130 lîre, yê guherandina nasnameyê bû 130 lîre, yê nûkirina nasnameya ji ber windakirinê bû 260 lîre, yê cuzdanên malbatê bû 705 lîre, yê ehliyetê bû 990 lîre, yê belgenameyên xebata ajokaran bû 990 lîre, yê belgenameyên tescîlkirina wesayîtên bimotor bû 885 lîre, yê tescîlkirina wesayîtên kar bû 740 lîre, yê çekên bankan bûn 55 lîre, yê qertên şîn bû 130 lîre, yê belgenameya xebatê ya biyaniyan bû 565 lîre û yê belgenameya destûra ji bo xebatê jî bû 565 lîre.