Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be

img
MÊRSÎN - Piştî ku mûçeya kêmtirîn hat diyarkirin, mûçeya malnişînan bû cihê meraqê. Welatiyên ku diyar kirin ew nikarin debara xwe bi mûçeya malnişîniyê bikin, xwestin ku sînorê xizaniyê li ber çavan bê girtin.
 
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan piştî civîna Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn ku duh li Beştepeyê hat lidarxistin, daxuyand ku ji bo sala 2024'an mûçeya kêmtirîn wekî 17 hezar û 2 lire hatiye diyarkirin.
 
Piştî eşkerekirina mûçeya kêmtirîn, mûçeya malnişînan bû cihê meraqê. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) di meha mijdarê de sînorê birçîbûnê wekî 14 hezar û 25 lîre, sînorê xizaniyê jî wekî 45 hezar û 686 lîre eşkere kiribû. Kesên malnişîn yên ku hêza wan a kirînê ji ber krîza aborî qels dibe, daxwazên xwe yên ji bo mehaneya malnişîniyê anîn zimên.
 
ÎŞARET BO SÎNORÊ XIZANIYÊ KIRIN
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Hemû Malnişînan (Tum Emeklî Sen) a Şaxa Mêrsînê Oktay Canpinar bal kişand ser krîza aborî ya ku her sal kûrtir dibe û got ku bi hatina AKP’ê re jiyana malnişînan dijwartir bûye. Canpinar ku got "Xeyalên malnişînan bi desthilata AKP'ê re serobino bûne" diyar kir ku ew li hemberî krîza aborî roj bi roj xizantir dibin. Canpinar bi bîr xist ku sînorê xizaniyê 45 hezar TL ye û got: "Gava em li hejmarên desthilatê yên der barê xizanî û sînorê birçîbûnê de dinêrin, divê mûçeyê malnişînan îsal bibe 30 hezar TL." Canpinar ji bo têkoşînê bang li hemû malnişînan kir. 
 
Mamosteyê malnişîn Mûstafa Kûrnaz anî ziman ku wî di sala 2003’yan de piştî malnişîniyê xanî û wesayît stendiye û got: “Mamosteyê ku îro malnişîn bibe nikare wesayîtekê bikire. Di vê atmosfera krîzê de sed hezar TL jî bidin we, hûn nikarin debara xwe bikin. Divê pêşî li vê enflasyonê bê girtin. Divê mûçeya malnişînan bibe 17 hezar TL."
 
Ji Saziya Sîgorteyên Civakî ya Dikandar û Sinhetkaran û Xebatkarên Serbixwe yên Din (BAG-KÛR) Haci Omer, bal kişand ser bihabûnê û got: “Tiştek nayê stendin. Mûçeya me ya malnişîniyê têra me nake. Divê herî kêm 15 hezar TL be."
 
Ji welatiyên malnişîn Ramazan Demîrtaş jî diyar kir ku mûçeya wî li dor 10 hezar TL'yî ye, lê têra wî nake. Demîrtaş da zanîn ku her roj fiyet biha dibin û got: “Her roj fiyet biha dibin. Bi rastî em bêzar bûne. Tiştê ku em îro distînin em nikarin sibê bistînin. Em wêran bûne. Divê mûçeya herî kêm 20 hezar TL be."
 
Ahmet Akpinar ê ji Saziya Sîgorteya Civakî (SSK) malnişîn bûye jî bilêv kir ku ew nikarin debara xwe bi mûçeya malnişîniyê bikin û ji ber vê zarokên wî aliyê wî dikin. Akpinar bal kişand ser zêdebûna enflasyonê ya piştî zêdekirina mûçeya malnişîniyê û wiha got: “Jixwe ji niha ve dest bi bihakirina fiyetan kirine. Bihabûn berî sersalê hat. Ji bo em karibin bijîn divê mûçeya malnişîniyê 20 hezar TL be."
 
MA / Ergîn Çaglar