Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne

img
AMED - Serokê Genel Îş’ê Becet Barût diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin dixwaze wan ji kar derxîne û wiha got: “Di vê krîza giran de derxistina karkeran a ji kar, bêwijdanî ye û nayê qebûlkirin.”
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, biryarek da û dixwaze 165 karkerên yekîneya dermankirinê ji kar derxîne. Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) têkildarî biryara rêveberiya qeyûm, li pêşiya Yekîneya Dermankirinê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Karkerên demsalî kole nînin” hat vekirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Serokê Şaxa Hejmar 2 ya Genel-Îş’ê Becet Barût, endamên Genel-Îş’ê û gelek karker tevli daxuyaniyê bûn.
 
‘XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ RASTÎ CIHÊKARIYÊ TÊN’ 
 
Serokê Şaxa Hejmar 2 ya Genel-Îş’ê yê Amedê Becet Barût daxuyanî xwend û destnîşan kir ku xebatkarên şaredariyê ji gelek aliyan ve rastî cihêkariyê tên, di nava şert û mercên giran ên krîza aborî de ji bo jiyanê têdikoşin û di serdemeke wiha de her roj bi pirsgirêkên nû re rû bi rû dimînin. Barût, wiha domand: “Dema xebatkarên şaredariyê di şîrketên şaredariyê de dixebitin û dibin memûrên cemaweriyê, hê jî mafê îstihdamê nayê dayîn û weke ku ev yek têr neke jî bêhiqûqî û cudakarî bi dawî nabin. Nerazîbûnên xebatkarên şaredariyê her roj zêde dibin.”
 
‘ŞAREDARÎ DIXWAZE 165 KARKERAN JI KAR DERXÎNE’
 
Di berdewamiyê de Barût rêveberiya qeyûm hewl dide 165 karkerên li beşa Yekîneya Dermankirinê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ji kar derxîne û wiha bi dawî kir: “Di nava şert û mercên wiha giran ên krîza aborî de derxistina van karkeran bêwijdanî ye û nayê qebûlkirin. Divê mafê weke ‘karkerên demsalî’ tên xebitandin bê parastin. Divê bixin statûya karkerên daîmî. Banga me ji bo rêveberiya şaredariyê ew e ku li karkeran guhdar be û ji vê xeletiya xwe vegere. Bi avêtina ji kar a 165 karkeran re tevî malbatên wan herî kêm 600 kes mexdûr dibin. Berpirsiyarên vê rewşê hem hikûmet hem jî rêveberiya şaredariyê ye. Dê têkoşîna me ya ji bo parastina mafên karkeran bidome.”