Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû

img
ENQERE - Li gorî lêkolîna meha kanûnê ya Turk-Îş’ê sînorê birçîbûnê bû 14 hezar û 431 lîre û sînorê xizaniyê jî ji 47 hezar lireyan derbas bû. 
 
Li gorî encamên lêkolînên meha kanûnê ya 2023’yan ya Turk-Îş’ê ji bo ku malbateke 4 kesî ya li Enqereyê dijî karibe bi tenduristî û têr debara xwe bike pêdiviya wan bi 14 hezar lîreyan heye. Tevî xerckirinên tiştên xwarinê ji bo lêçûnên cil û berg, xanî (kirê, ceyran, av û sotemenî) veguhestin, perwerde û tenduristiyê sînorê xizaniyê ji 47 hezar û 9 lîreyan derbas bû. 
 
Li gorî lêkolînê, lêçûnên karkerekî/e ezeb, mehane pêdiviya wî bi 18 hezar û 696 lîre “lêçûnên jiyanî” heye. “Lêçûnên jiyanî” yên hezaran karkerên bi mûçeya asgarî dixebitin ji 1’ê çileya 2024’an ve ji 17 hezar û 2 lîreyan derbas bû.