72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - 72 karkerên li Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê dixebitîn, çend saet beriya têketina sala nû, ji kar hatin avêtin. 
 
72 karkerên di otopark û kafeyên kargeha aborî ya Weqfa Tipiyên Enqereyê ya ANTIP A.Ş. ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Enqereyê de dixebitîn, di roja dawiya salê de, bêyî tezmînat ji kar hatin avêtin. 72 karker ji bo tezmînatên xwe yên îxbar û kidemê bistînin, li pêşiya Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya girêdayî heman fakulteyê çalakî li dar xistin. Rêxistinên sivîl ên civakî jî tev li çalakiyê bûn. 
 
Karkerên di sala nû de ji kar hatine avêtin di çalakiyê de gumanên xwe yên wekî, dê çawa kirê û fatoreyên xwe razînin û dê çawa li zarokên xwe binêrin, anîn ziman.