Li Amedê cînayeta kar

img
AMED - Şefê şantiyeyê Burak Soydaş (39) ji banê dibistaneke 4 qat a di înşaetê de kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Dibistana Seretayî ya Alî Pinar a li Taxa Korhat a Rezan a Amedê ku di înşaetê de ye cînayeta kar çêbû. Şefê şantiyeyê Burak Soydaş (39) ku li ser înşaeta dibistanê dixebitî, di saetên serê sibehê de ji banê dibistana 4 qat kete xwarê. 
 
Li gorî îdiayê, Soydaş ji bo kontrolê çûbû ser banê dibistanê, hevsengiya xwe xerab kir û kete xwarê. 
 
Piştî îxbarê, komên tenduristî û polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Komên tenduristiyê Soydaş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Soydaş, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.