Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin

img

ÎZMÎR - Endama Lijneya Rêveber a TOP'ê Julîana Gozenê diyar kir ku yekîtiya dewlet-sermayeyê wê zêdetir xizanî, bêkarî û zextan li karkeran bar bike û got ku berxwedanên karkeran ên di sala 2023'yan de dest pê kirin, dê di sala 2024'an de jî mezin bibin û pêwîst e mirov ji bo vê pêvajyê jî amade be.

Di sala 2023'yan de polîtîkayên aborî, siyasî û civakî yên desthilatê gelên Tirkiye û Kurdistanê mehkûmî xizanî, bêkarî û şer kirin. Desthilata ku şer, xizanî û bêkariyê li gelan ferz dike, bi hemû lêgerînên ji bo mafan de ev yek da der. Ji karkeran ku bûn endamên sendîkayan bigire heya kedkarên doza zêdekirina heqdesta xwe kirin, gelek kes bi êrişan re rû bi rû man. Li gel vê Plana Pêşketinê ya 12'emîn ku hat eşkerekirin nîşan dide ku dê sala 2024'an ji bo karker û kedkaran xirabtir bibe. 
 
Em têkildarî mijarê bi Endama Desteya Rêveber a Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozenê re axivîn.
 
Gozenê destnîşan kir ku tiştên di 3-4 mehên dawî de qewimîne bi xwe jî puxteya salekê didin der û got ku rejîma faşîst a ku desthilat dixwaze wê ava bike çêdibe û û pêvajoyeke êrişan domdar heye. Gozenê anî ziman ku mûçeya kêmtirîn ku 17 hezar TL hatiye ragihandin jî tişta ku li civakê ferz dike dide der û got: "Serokkomar Erdogan bi gotina 'Me nehoşt gelê me di bin enflasyonê de bieciqe.' Vê yekê wekî mizgîniyekê ragihand. Desthilat di rejîma dixwaze ava bike de pêvajoyeke wekî dijminê karkeran dostê sermayeyê dixebitîne. Di Plana Demkî de ya piştî hilbijartinê hat eşkerekirin, hat gotin dê pirgsirêka dowîzê di çarçoveya sermayeya navneteweyî de çareser bikin. Di vê qayişê de ku ji aboriya înşeatê ber bi îxracatê ve çû, şert û emrcên koletiyê li karkeran, nebikaranîna mafan tê ferzkirin. Bi vê planê re ji sermayeya navneteweyî re gotin, 'keda herî erzan li welatê me ye, werin li vir hilberînin.' Ev jî tê wateya binpêkirina mafên karkeran." 
 
ŞIRÎKATIYA DEWLET-PATRON
 
Gozenê anî ziman ku ev rewşa ku ev demeke dirêj e berdewam dike berxwedanekê jî bi xwe re aniye û got ku li gel çalakiyên Ozak û Burda Bebekê yên berdewam dikin, karkeran li Trendyolê hem li dijî pergalê û hem jî li dijî patron li ber xwe dan û di nava salekê de gelek berxwedan rû dan. Gozenê ragihand ku mînaka vê ya herî girîng li Rihayê pêk hatiye û got: "Di berxwedana ku di navbera patron û karkerên Ozakê de berdewam dike de, me dît ku walîtî bi fermana patronê Ozakê qedexeya çalakiyan da. Li Dîlokê berxwedana karkerên Şîreciyê ya ji bo zêdekirina mûçeyê, Şaredar Fatma Şahînê bi xwe jî rabû patron parast. Karkerên Şireciyê bi ser ketin, lê di heman demê de tirsa vê hevkariya dewlet û serdestan jî derket holê ku ev berxwedan zû belav bibin. Ji ber ku hemû pirsgirêkên karkerên Şireciyê, pirsgirêkên karkerên Ozakê û karkerên metalê ne. Ji niha û pê ve, di berxwedanên didomin de, helwesta ji bo dostaniya patronan mayinde dibe. Desthilatdarî ji bo domandina vê rejîmê, pêkanîna vê yekê wekî tiştekî mecbûrî dibîne. Ji ber vê yekê di hemû berxwedanên ku bên lidarxistin de, karker dê tenê li hemberî patronan tênekoşin. Dê li hemberî xwe desthilatê jî bibînin." 
 
'2024 DÊ BI BERXWEDANÊ DERBAS BIBE'
 
Gozenê anî ziman ku sermaye li hemberî çîna karkeran wekî çînekê tevdigere û got ku ew di sala 2024'an de li hêviya têkoşînekê ne. Gozenê diyar kir ku desthilat dixwaze çîneke îtaatkar biafirîne û got: "Bi Plana Pêşketinê ya 12'emîn re em rastî rewşeke wisa hatin ku dê hemû mafên me yên ewlekariya civakî bên bazarkirin. Di hevdîtinên budçeyê de lêçûna rojane ya qesrê wekî 33 milyon hat diyarkirin, lê radibin 17 hezar TL'yî jib o karkeran rewa dibînin. Yan jî Baca Karsaziyê ya patronan betal dikin. Pereyê ji vir tê stendin di ser 2 trîlyonî re ye. Detshilata ku çîna wê diyar e, dê ji niha û pê ve li fabrîkeyan heqdestan kêm bike û dê karkeran ji kar derxîne. Dê sendîkaya ku stendiye, li te ferz bike. Dema ku hûn bixwazin sendîkayê biguherînin hûn ê li hemberî xwe leşker, polîs û patronan bibînin. An hûn ê di şert û mercên koletiyê de bixebitin an jî hûn ê ji bo rûmeta xwe bitêkoşin. Rêya vê jî berxwedan e." 
 
MA / Tolga Guney