Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî TUÎK’ê, enflasyona sala 2023’yan bû ji sedî 64,77. 

 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); bihayê mezêxeran di meha kanûnê de ji sedî 2,93 zêde bû û enflasyona salane jî bû ji sedî 64,77. 
 
Banka Navendî di Rapora Enflasyonê ya 4’an de texmîna xwe ya enflasyona sala 2023’yan weke ji sedî 65 texmîn kiribû. 
 
Li gorî hesabên ENAGrupê jî di meha kanûnê de Endeksa Bihayê Mezêxer (E-TUFE) ji sedî 4,12 zêde bû. Her wiha E-TUFE ya sala 2023’yan jî weke ji sedî 127,21 hate diyarkirin.