BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî

img
ENQERE - BES-AR’ê aşkere kir ku di meha nîsanê de sînorê birçîtiyê yê malbateke ji çar kesan pêk tê 24 hezar û 454 e û sînorê xizaniyê jî 65 hezar û 901 lîre ye. 
 
Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR) encamên lêkolînên sînorê xizanî û birçîtiyê yên meha nîsanê parve kirin. Li gorî daneyên BES-AR’ê meha nîsanê lêçûnên mehane yên malbateke karmend a ji çar kesan pêk tê ji bo bi awayekî bitendurist xwarinê bixwe weke 24 hezar û 454 lîre hate aşkerekirin. Dîsa li gorî daneyan, lêçûna xebatkarekî nezewicî jî bû 29 hezar û 003 lîra. 
 
SÎNORÊ XIZANIYÊ GIHIŞT 66 HEZARÎ
 
BES-AR’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de, diyar kir ku sînorê xizaniyê ku lêçûnên xurek, cil, kire, ceyran, av, sotemenî, veguhestin, perwerde, tenduristî û pêdiviyên bi heman awayî di nav de bûye 65 hezar û 901 lîre.