Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê

AMED - 1'ê Gulanê wê li Êlih, Dêrsim û Wanê bê pîrozkirin. Sendîkayên li Amedê banga "Em li qadan li hev kom bibin û têkoşîna xwe xurt bikin" kirin. 
 
Rêxistinên kedê bi dirûşmeya “Ji nan û aştiyê re azadî” amadekariyên 1’ê Gulanê Roja Karkeran dikin. Li Kurdistanê wê 1'ê Gulanê bi awayekî navendî li Êlih, Dêrsim û Wanê bê pîrozkirin. Nûnerên sendîkayên Amedê bang li hemû karker û kedkaran kirin ku 1'ê Gulanê dakevin qadan. 
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUM-BEL SEN) a Amedê Çagla Sanayê bedelên ku berê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hatine dayîn bi bîr xist. Sanayê bi lêv kir ku ew ê ji bo parastina destkeftiyên xwe careke din dakevin qadan û daxwazên xwe biqîrin û got: "Ez bang li hemû hevalên me dikim ku di 1'ê Gulanê de li qadan bin."
 
BANGA JI BO PÎROZBAHIYA ÊLIHÊ
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Hejmara 2'yemîn a Amedê Duygu Ozbayê diyar kir ku 1'ê Gulanê roja bilinkirina daxwazên li dijî kedxwariyê ye û got ku herî zêde jin ji kedxwariyê bandor dibin. Ozbayê anî ziman ku jin li malê wekî "karkerên bêheqdest" û li cihê kar jî wekî "karkerên kêmheqdest" tên dîtin û got: "Di salên 1980'î îmaja kedkariyê mêr bû. Di heman demê îmaja sendîkavaniyê jî mêr bû, lê em dibînin ku ev îmaj êdî guheriye." 
 
Ozbayê diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de li Êlihê bin û got: "Hebûna li wir tê wateya rawestandina feqîrî, belengazî û birçîbûna ku îro li ser me hatiye ferzkirin. Ev yek ji wan rêyên jiyaneke birûmet e. Divê her endameke/î me tev li çalakiya 1'ê Gulanê ya li Êlihê bibe. Divê em li wir bi hev re wê jiyanê bilind bikin." 
 
'1'Ê GULANÊ ROJA TÊKOŞÎNÊ YE'
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî diyar kir ku 1'ê Gulanê roja têkoşînê ye. Ûlûs diyar kir ku herî zêde kedkar ji krîza aborî bandor bûne û wiha got: “Em ê li qadan bin û van pirsgirêkan bînin ziman. Em bang li hemû kedkar û kedkaran dikin ku di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Em hemû dost û hevalên xwe vedixwînin qada mîtîngê. Werin em bi hev re li qadan bicivin û têkoşîna xwe berfireh bikin."