Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin

STENBOL - Karkerên Înşaetê diyar kirin ku dê li dijî “mercên koletiyê” di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin. 
 
Amadekariyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li gelek bajaran didomin. Navnîşana pîrozbahiyên li Stenbolê jî dê bibe Qada Taksîmê. Piştî 11 salan dê bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) li Qada Taksîmê pîrozbahî bê lidarxistin. Karkerên înşaetê yên li Stenbolê diyar kirin ku dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin. 
 
'EM MERCÊN KOLETIYÊ QEBÛL NAKIN’ 
 
Ji karkerên înşaetê Îbrahîm Yanik anî ziman ku dê li dijî cînayetên kar û xizaniya roj bi roj girantir dibe dakevin qadên 1’ê Gulanê. Yanik, wiha domand: “Ji bo hevalên me êdî di qezayên înşaetê de birîndar nebin, ji bo mafên me neyên xespkirin divê her kes biherike Qada Taksîmê. Çîna karker çiqasî birêxistinkirî be ewqas bihêz e, çiqas birêxistinkirî be ewqas dikare bi ser keve.” 
 
Karker mehmet Padîr jî got ku di qezayên kar de gelek hevalên xwe winda kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo jiyaneke mirovane girîng e ku em tev li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin. Pîrozkirina 1’ê Gulanê ya li Taksîmê ji bo çîna karker girîng e. Em mercên koletiyê yên li karkeran tên ferzkirin qebûl nakin. Em ê li dijî mercên xebatê yên bê temînat, li dijî heqdestê kêm û cînayetên kar em ê li qadê bin. Banga min li hemû karkeran ew e ku xwedî li 1’ê Gulanê derkevin.” 
 
'EM PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’
 
Ji karkeran Atîlla Keser jî da zanîn ku di serdema îktîdara AKP’ê de karker hêj xizantir bûne û qezayên kar gelek zêde bûne. Keser, wiha bi dawî kir: “Tenê di serdema AKP’ê e 33 hezar cînayetên kar çêbûn. Ev jî tê wê wateyê ku her roj 6 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Tenê ji ber vê jî mabe divê em piştevaniyê mezin bikin. Em li bendê ne ku hemû kes biherike Qada Taksîmê.”