Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin

img
AMED - Li navçeya Peyasê karkerên li şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê dixebitin, ji ber ku 3 meh in meaşê xwe nestendine, li banê înşeatê çalakî li dar xistin. 
 
Li navçeya Peyas a Amedê karkerên şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê ji ber ku 3 meh in meaşê xwe nestendine derketin ser banê înşeatê û gotin ku ew ê întihar bikin. 
 
Nehat hiştin rojnamevan biçin cihê bûyerê. Çalakiya rojnamevanan didome.