Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, anî ziman ku tê xwestin Tirkiye bi komployeke navdewletî bê mehkûmkirin û got: "Min ji vê re gotibû, şano. Hin kesên din senaryoya wê nivîsandin û li Îmraliyê hat lîstin. Divê ev lîstik bê xerakirin." 
 
Gava ewil a mudaxileya li Rojhilata Navîn a bi operasyona herî mezin a Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO), komploya navdewletî bû ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina ji Sûriyayê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir. Bi vê komployê re ku bi koordînatoriya DYA'yê û tevkariya hêzên global hat kirin, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji SÛriyeyê derket û piştî 130 rojên li Ewropayê radestî TIrkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 25 sal in di şert û mercên tecrîdeke giran de li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê tê ragirtin. Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran re yên di navbera 1999-2011'an de, armanca komployê û paşperdeya wê eşkere kir. 
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku li seriyekî komploya navdewletê ew û li yê din jî Tirkiye heye. Ocalan di hevdîtina di 2'yê Îlona 1999'an de got: "MIn tevî Tirkiyeyê daxil nav kirin. Jiyana min ji bo eşkerekirina vê komployê ye. Tasfiyekirina min jî girêdayî vê komployê ye. Bi serneketina vê komployê dê bi kêrî welat bê. Weziyeta min sazûmaniya dîrokî û siyasî ye. Rewşên wiha yên rêbertiyê di her civakê de carekê rû didin. Cara duduyan rû nadin. Lê di gorê de be jî didome. Di her civakê de rolên dîrokî yên rêbertiyên bi vî rengî hene. Wekî qanûnên civakî ne." 
 
KOMPLOYA SEDSALA 21'EMÎN
 
Abdullah Ocalan anî ziman ku bi anîna wî ya Îmraliyê re li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Ocalan di hevdîtina 15'ê Mijdara 2000'î de koploya navndewletî wiha pênase kir: "Komploya sedsala 21'emîn e." 
 
‘DIVÊ EV LÎSTIK BÊ XERAKIRIN'
 
Abdullah Ocalan ku got "Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê, mehkûmê komployê me" di 16'ê Gulana 2011'ê de got: "Em ê ji Ewropayê re bibêjin 'Tu ne hiqûqî ye, komkujî û komploya her du sedsalan lê ferz bikin.' Şehîdên me hene. Ên balafirê anîn û birin, ên di salonên VIP'ê de tên veşartin. Nayê eşkerekirin ku ez çawa ji Îtalyayê hatime derxistin û Almanya ji bo min wernegire çi kiriye. Dixwazin Tirkiyeyê mehkûm bikin. Na, hêza herî mezin a bê mehkûmkirin Ewropa ye. Min ji vê re gotibû, şano. Hin kesên din senaryoya wê nivîsandin û li Îmraliyê hat lîstin. Divê ev lîstik bê xerakirin." 
 
‘MIN KOMPLO PÛÇ KIR'
 
Abdullah Ocalan îşarat pê kir ku bi komploya navdewlet, tê xwestin ku PKK û kurd bên qirkirin. Ocalan di hevdîtina 4'ê Tîrmeha 2001'ê de got: "Komplo li ser mirina min hatibû avakirin. Lê min bi jiyana xwe komployê pûç kir. Hêlên navdewletî yên komployê hene. Rola DYA û Îngîltereyê divê bê fêmkirin. Mîlosevîç dibêje, 'Tiştên li Yûgoslavyayê bûne planên îngilîzan in.' Vê yekê baş teaşe bikin, hin hêlên me dişibin hev. Dîrokê baş vekolin. Lê em ê dest ji rûmeta bingehîn a mirov bernedin. Helbet em ê şerê xwe yê nasnameyê heya dawiyê bidomînin." 
 
‘AN ŞER AN ÇARESERIYA DEMOKRATÎK'
 
Rêberê PKK'ê rexne li vê yekê anî ku hewldanên wî yên ji bo pûçkirina komployê nayên fêmkirin û di hevdîtina 27'ê Sibata 2002'yan de got: "Ger komplo li gor tişta dihat xwestin bimeşiya, ev dihat wateya ku dê Anatoliya di nava xwînê de bimana. Kes li vê nafikire. Di warê siyasetê de mîdeya wan hatiye girêdan. Koma Çîllerê koma çeteyan e. Ya ku kir ez bijîm, rawestandina vê dîwanetiyê bû. Nîqaşên li ser darvekirinê ku di ser min re tên kirin, lîstikeke siyasî ye. Di pêvajoya komployê de DYA û Yewnanistan di ser min re digotin 'bila ew bi hev bikevin, bila hev bikujin.' Ma em berbayî vê lîstikê bikevin û dest ji rûmeta xwe û azadiya xwe berdin? Ji bo xerakirina van lîstikan em ê zorê bidin zemîneke çareseriya demokratîk. Wekî din jî tu rêyeke wê tune ye. Ev mesele dê ya bi şer kûrtir bibe yan jî dê çareseriya aştiyane û demokratîk pêş ve biçe."