AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - AKP’ê stratejiya xwe ya hilbijartinên herêmî yên 2019’an ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê jî xistin dewrê. Herî kêm 24 navend û navçe di hedefe de ne. Di nava 6 mehan de bi hezaran leşker û polîs li cihên ku hejmara hilbijêran ji sedî 7 û 22 zêde bûye, hatin bicihkirin. 
 
Ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an ku dê rêveberiyên herêmî werin diyarkirin, demekî ji 4 mehan kêmtir ma. Tê payîn ku diyarkirina pêvajoya namzetan di nava mehekê de were temamkirin. Di demekî ku ji hilbijartinan re demekî kêm maye de nûçeyên têkildarî “veguhestina hilbijêran” a li gelek bajaran bandorê li encama sindoqan bike zêde bûne. Ev yek bi taybetî li navend, navçe û bajarokên ku hejmareke kêm a dengan dikare bandorê li encamên hilbijartinê bike, gelekî krîtîk e.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî bi daxuyaniya xwe ya duh da de diyar kir ku leşker û polîs kirine hilbijêrên gerok. Di daxuyaniyê de yek bi yek hate aşkerekirin ku çend hilbijêr veguhestine çend navnîşanan. 
 
PLANA 2019’AN DI DEWRÊ DE YE
 
Mijara veguhestina hilbijêran herî zêde di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de hatin rojevê. AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de bi hezaran leşker û polîs bi taybetî veguhestin bajarên li ser sînor û mudaxileyê encamên hilbijartinê yên li vir kirin. 
 
Di hilbijartinên 2019’an de li navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Qileban û Elkê, navçeyên Çelê û Şemzînanê û dehan şaredariyên bajarokan veguhestina hilbijêran hate kirin. 
 
Li van cihan ji bilî veguhestina hilbijêran polîtîkayên cuda jî xistin meriyetê. Li navenda Şirnexê gefa “ji kar avêtinê” li sedan karmend û xebatkarên cemaweriyê hate xwarin. Hate rojevê ku heke AKP şaredariyê bi dest nexe dê kanên komirê ku yekane çavkaniya debarê ya bajêr in dê bi temamî bên girtin. Ya herî girîng jî ji aliyê AKP’iyan ve her tim hate rojevê ku dê bajêr ji statuya bajarbûnê bê derxistin. 
 
Li bajarên din ên AKP’ê mudaxileyî wan kir jî heman polîtîka hatin pêkanîn. Bi taybetî li Çelê, Şemzînan û Elkê gotinên ku dê cerdevanan ji kar biavêjin belav bûn. Ji bilî van gefan hate xwestin ku wêneyên dengên ku bên bikaranîn bikişînin û nîşanî wan bidin. 
 
Ji ber vê yekê di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de bi hezaran hilbijêr neçar hate hiştin ku dengan bidin AKP’ê. 
 
Polîtîkayeke heman îro jî di dewrê de ye. Ji hilbijartinên giştî yên di 14’ê Gulana 2023’yan hatin kirin ve zêdebûn/kêmbûna di hejmara hilbijêran de çêbûye vê rewşê radixe li ber çavan. 
 
HERÎ KÊM 24 ŞAREDARÎ DI HEDEFÊ DE NE
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê heta meha cotmehê zêdebûna/kêmbûna hejmara hilbijêrên li Tirkiyeyê di asta ji sedî 2 heta 5’an de ye. Lê belê demam mirov li 24 cihên weke Amed, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Agirî, Mûş, Îdir, Qers, Riha, Sêrt, Mêrdîn û Dêrsimê ku dê hilbijartinên şaredariyê lê werin kirin dinêre, ev rêje di navbera ji sedî 7 û 22’yan de diguhere. 
 
Me guhertina li bajarên navborî yek bi yek lêkolîn kir. Li gorî vê ji van bajaran 11 ji şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de qezenckirine pêk tên. HDP li hemû bajarên din partiya duyemîn e. Lê 7 bajarên ku lê bû partiya duyemîn AKP’ê bi veguhestina dengan qezenc kiribû. AKP di şaredariyên mayî de jî bi piştgirtiya MHP’ê, Partiya ÎYÎ, HUDA-PAR û CHP’ê ferqeke gelek kêm pêş ketibû. 
 
Dema ku mirov li hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan dinêre, 23 ji van bajaran, Partiya Çepên Kesk ku demek berê navê wê weke DEM Partiyê hate guhertin, bi giranî weke partiya yekemîn derketiye holê. AKP’ê jî tenê li bajarekî bûye yekemîn. 
 
Dema mirov li rewşa navend û navçeyên ku desthilatê mudaxileyî hilbijartinên herêmî yên 2019’an kiriye binêre, tabloya li jêr derdikeve holê:
 
1- ÇELÊ
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji ber polîs û leşkerên hatin veguhestin û zexta li ser hilbijêran AKP’ê hilbijartin qezenc kir. AKP’ê bi 2 hezar 522 dengan şaredarî qezenc kir. HDP’ê jî hezar û 428 deng wergirtin. Qismekî dengên AKP’ê ji polîs û leşkerên hatin veguhestin pêk hat û gelek jî ji hilbijêrên rastî zextan hatin pêk hat. 
 
Tabloya di 14’ê Gulanê de derketibû holê jî vê rewşê bi awayekî zelal dide nîşandan: 
 
* DEM Partî (Bi navê Partiya Çepên Kesk ketibû hilbijartinê): 2 hezar û 44 
 
*AKP: Hezar û 49
 
* CHP: 473
 
* MHP: 383
 
DEM Partiyê di hilbijartinên dawî yên li navenda bajêr de 995 ferq avêt AKP’ê. 
 
Di 14’ê Gulanê de li navenda bajêr û derdora wê hejmara hilbijêran bi giştî 11 hezar û 348 bû. Lê belê di nava 5 mehan de ev hejmar bi zêdebûna 2 hezar û 530’an (ji sedî 22,29) bû 13 hezar û 878.
 
Nayê zanîn ku ka çend ji van hilbijêran hilbijêrên nû ne, çend ji van hilbijêrên hatine veguhestine (leşker, cerdevan, karmend). Lê bêlê zêdebûn bi giranî li navenda bajêr e. (Ji bo 24 bajarên din jî ev daneyên me dane derbasdar in.” Ev yek nîşan dide ku kesên hatine veguhestin wê di hilbijartinên pêş de dengê xwe ji bo hilbijartina şaredariya navendê bikarbînin. Bi vî awayî rîska ku encaman biguherîne derdikeve holê. 
 
2- ŞEMZÎNAN
 
Di hilbijartinên 2019’an de AKP’ê 3 hezar û 457 deng wergirtin. HDP’ê jî 3 hezar û 303 deng wergirtin. Ferqa di navberê de bû 154. Hem dengên hatin veguhestin hem jî zextên li dijî cerdevan û karmendan bandor li hilbijartinê kirin. 
 
Hilbijartinên 14’ê Gulanê wiha ne: 
 
* DEM Partî: 4 hezar û 454
 
* AKP: 2 hezar û 47
 
* CHP: 485
 
* MHP: 188
 
Ji hilbijartina dawî heta meha cotmehê hejmara hijbijêran ji 27 hezar û 303’yan derket 30 hezar û 287’an. Ev guhertin dibe ji sedî 10,93. Tê texmînkirin ku piraniya zêdebûna 2 hezar û 984’An li navenda bajêr pêk hatiye. 
 
3 - ŞIRNEX NAVEND
 
Yek ji bajarên sereke bû ku AKP’ê di hilbijartinên sala 2019’an de hedef girt. Nîqaşên navend û navçe, rewşa kanên komiran, derxistina ji kar, xizmet… û gelek gefên din li vir xistin meriyetê. Wê demê hemû kesên CHP’î îstîfa kirin û piştgiriya AKP’ê kiri. Dewlemendên AKP’î û dewletê li bajêr seferberî îlan kir. 
 
AKP’ê bi 19 hezar û 718 dengan cara ewil li vir şaredarî qezenc kir. HDP’ê jî 11 hezar û 194 deng wergirtin. 
 
Di 14 gulanê de tercîha şirnexiyan wiha bû: 
 
* DEM Partî: 17 hezar û 977
 
* AKP: 10 hezar û 627
 
* CHP: 2 hezar û 684
 
* MHP: Hezar û 552
 
* Partiya ÎYÎ: 640 
 
Lê piştî 14’ê Gulanê li vir jî di hejmara hilbijêran de liv û tevgereke zêde heye. Li navendê û gundên girêdayî wê hejmara hilbijêran ji 60 hezar û 603’yan derket 69 hezar û 401’an. An ku zêdebûneke ji sedî 14,52 çêbûye. Tê texmînkirin ku li navenda bajêr zêdebûneke mezin pêk hatiye. DEM Partiyê jî hefteya borî hişyarî kir ku leşker, polîs û cerdevan veguhestine nava bajêr. 
 
4- ELKÊ 
 
Navçeya Elkê ji berê ve yek ji kelehên siyaseta kurd e. Polîtîkayên li navenda Şirnexê li vir jî xistin dewrê. AKP’ê bi 2 hezar û 307 dengan şaredarî qezenc kir. HDP’ê jî hezar û 535 deng wergirtin. 
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de tablo veguherî berê; 
 
* DEM Partî: Hezar û 875
 
* AKP: 668
 
* CHP: 257
 
* MHP: 179
 
*Partiya ÎYÎ: 71
 
Guhertina di nava 5 mehan de li vir jî ji sedî 6,11 e. Dema nifûsa kêm a bajêr li ber çavan hate girtin ev rêjeyeke girîng e. Di nava 5 mehan de hejmara hilbijêran ji 11 hezar û 351’an derket 12 hezar û 44’an. Tê payîn ku zêdetirî 693 hilbijêrên hatine veguhestin leşker û polîs in. 
 
5 - BASA 
 
Navçeya Basa ya girêdayî Şirnexê jî di demekî dirêj e di bin rêveberiya Bahattîn Aktûg de ye. Li hemû daîreyên resmî yên li bajêr an zarok an jî neviyên Aktûg ê AKP’î hene. Di hilbijartinên herêmî de jî leşkerên li gundên derdorê vediguhêzin navendê. 
 
AKP’ê di sala 2019’an de hezar û 632 deng wergirtin. HDP’ê jî 746 deng wergirtin. 
 
Hilbijartinên 14’ê Gulanê DEM Partiyê qezenc kir: 
 
* DEM Partî: Hezar û 104
 
*AKP: 431
 
*CHP: 219
 
*Partiya ÎYÎ: 46
 
*MHP: 38
 
Di nava 5 mehan de rêjeya guhertina dengan bû ji sedî 15,29. Li gelemperiya bajêr hejmara dengên ku 6 hezar û 908 bûn derket 7 hezar û 964’an. Tê payîn ku qismekî zêdebûna hezar û 56 dengan li navenda Basayê çêbûye. 
 
Her wiha tê texmînkirin ku qismekî zêdebûnê jî li bajaroka Findikê ya girêdayî Basayê ku di hilbijartina 2019’an de gelek leşker veguhestinê û AKP’ê qezenckiriye bûne. 
 
6- QILEBAN 
 
Êvara roja hilbijartinên 2019’an, bi dîmenê kêliyên ku maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî yek bi yek li dû hev ji bajêr derdiketin, derket pêş.
 
AKP’ê bi dengên veguhestin û zexta hin derdoran bi 3 hezar û 293’yan şaredarî wergirt. HDP’ê hezar û 850 deng wergirtin. 
 
Encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê wiha ne: 
 
* DEM Partî: 6 hezar û 127
 
* AKP: 2 hezar û 999
 
* CHP: Hezar û 47
 
*MHP: 165
 
Li navenda bajêr û gundên girêdayî wê di pêvajoya 5 mehan de ji sedî 15,69 guhertinek çêbû. Hejmara hilbijêran a 27 hezar û 121, bi zêdebûna 4 hezar û 256’an derket 31 hezar û 377’an. 
 
7- AGIRÎ
 
Şaredariya Agiriyê di hilbijartinên 2019’an de kete destê rêveberiya AKP’ê. AKP’Ê 25 hezar û 799 deng û HDP’ê jî 17 hezar û 240 deng wergirt. 
 
Di hilbijartina 14’ê Gulanê de meyla hilbijêrên navendê wiha ne: 
 
* DEM Partî: 25 hezar û 267 
 
* AKP: 18 hezar û 29 
 
* CHP: 5 hezar û 131 
 
* MHP: Hezar û 168 
 
DEM Partîyê di hilbijartina dawî de li navenda bajar 7 hezar û 238 deng ji AKP’ê bêhtir wergirt. 
 
Di vê hilbijartinê de li navenda bajar û gundan bi giştî 90 hezar û 958 hilbijêrên qeydkirî hebûn. Lê belê di nava demekî kin ê weke 5 mehan de hejmara hilbijêran a li navend û gundan 6 hezar û 478 (Ji sedî 7,12) zêde bû û hejmar derket 97 hezar û 436 kesan. 
 
Li memûrên li navçeya Bazîdê zexta “qeydên xwe bibin navendê” hate kirin û dema ev zext li ser çavan tê girtin, wisa tê texmînkirin ku gelemperiya hilbijêrên lê zêde bûn ji kesên qeyda wan hatine veguhestin pêk tê. 
 
Li hêla din gelemperiya dengên zêde bûyîn li navenda bajar pêk hatiye. Ev yek nîşan dide ku kesên qeyda wan hatiye veguhestin dê di hilbijartina rêveberiya herêmî ya navendê de dengê xwe bidin.  
 
8- AVKEVIR 
 
Di hilbijartina sala 2019’an de AKP’ê Şaredariya Avkevirê bi hezar û 243 dengan bi dest xist. HDP’ê jî hezar û 109 deng stand. Di navbera her du partiyan de tenê 134 deng ferq hebû. 
 
Di hilbijartina 14’ê Gulanê de DEM Partî bi ser ket: 
 
* DEM Partî: Hezar û 622
 
* AKP: 642 
 
* CHP: 221 
 
* MHP: 187 
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li navenda Avkevirê û gundên girêdayî wê 11 hezar û 482 hilbijêr hebûn. Di nava 5 mehan de hejmara hilbijêran ji sedî 5,14 zêde bû (590) û derket 12 hezar û 72 hilbijêran. Hat zanîn ku ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe. 
 
9- QÛBÎN 
 
Li navçeya Qûbîn a Êlihê di hilbijartinên sala 2019’an de Partiya Saadetê bi 2 hezar û 59 dengan bi ser ket. AKP’ê 2 hezar û 30 û HDP’ê jî 803 deng stand. 
 
Encamên hilbijartina 14’ê Gulanê wiha ye: 
 
* DEM Partî: 3 hezar û 734
 
* AKP: Hezar û 984
 
* CHP: 996  
 
* MHP: 127
 
Hejmara hilbijêran a navçeyê di nava 5 mehan de ji sedî 5,50 zêde bû û hejmara hilbijêran ku 18 hezar û 814 bû derket 19 hezar û 849 kesan. 
 
10- KERCEWS
 
Di hilbijartina 2019’an de AKP’ê Şaredariya Kercews a Êlihê bi hezar û 611 dengan qezenc kir. HDP’ê hezar û 568 deng stand. Di navbera wan de tenê 43 deng ferq hebû. 
 
Encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê wiha bû: 
 
*AKP: Hezar û 850
 
*DEM Partî: Hezar û 480
 
*MHP: 418
 
*CHP: 285
 
Di 5 mehên dawî de rêjeya hilbijêran ji sedî 16,04 zêde bû. Hejmara dengan ji 13 hezar û 307 hilbijêran derket 15 hezar û 442 dengan. 
 
11- HESKÎF
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an de li sindoqên navçeya Heskîf a Êlihê mudaxile hatibû kirin û AKP bi hezar û 125 dengan şaredarî bi dest xist. HDP’ê jî 629 deng stand. 
 
Encamên hilbijartina 14’ê Gulanê: 
 
* DEM Partî: 896
 
* AKP: 881
 
* CHP: 283
 
* MHP: 51
 
Rêjeya zêdebûna dengan a li vê derê balê dikişîne. Ji sedî 15,17 zêde bûye. Di nava 5 mehan de hejmara hilbijêran a li navenda navçeyê û gundan ji 5 hezar û 150 kesan derketiye 5 hezar û 931 hilbijêran. 
 
12- GÊL
 
HDP’ê Şaredariya Gêl a Amedê bi 5 hezar û 757 dengan standibû. AKP’ê jî 4 hezar û 914 deng wergirt. 
 
DEM Partî di hilbijartina 14’ê Gulanê de bû partiya yekemîn: 
 
* DEM Partî: 4 hezar û 703
 
* AKP: 3 hezar û 150
 
* CHP: 663
 
* MHP: 146
 
Li gorî qanûna bajarên mezin welatiyên li gundan dijîn di heman demê de dibin hilbijêrên şaredariyên navçeyan. Di nava 5 mehan de rêjeya hilbijêran li vê derê ji sedî 13,5 zêde bû. Bi vê yekê re hejmara hilbijêran ji 14 hezar û 249 hilbijêran derket 16 hezar û 123 kesan. Li gorî texmînan gelemperiya van kesan leşker û polîs in. 
 
DEM Partîyê hefteyek berê bi rêya ajansa me daxuyanî da û gotibû ku qeyda navnîşana hezar û 171 kesan li daîreyên di nava qada leşkerî de dimînin hatine veguhestin. 
 
13- HEZO 
 
Di hilbijartina 2019’an de HDP’ê bi 3 hezar û 856 dengan Şaredariya Hezo ya Amedê bi dest xist. AKP’ê tenê 3 hezar û 332 deng stand. 
 
Encama hilbijartina 14’ê Gulanê wiha ye: 
 
* DEM Partî: 5 hezar û 91
 
* AKP: Hezar û 221
 
* MHP: 387
 
* CHP: 315
 
Di nava 5 mehên dawî de rêjeya hilbijêran li vê navçeyê ji sedî 11,92 zêde bûye. Hejmara hilbijêran ji cotmehê ve ji 10 hezaran derketiye 11 hezar û 246 kesan. 
 
14- PASÛR 
 
HDP’ê Şaredariya Pasûrê bi 8 hezar û 866 dengan qezenc kir. AKP’ê 7 hezar û 109 deng stand. Encama hilbijartina 14’ê Gulanê wiha ye: 
 
* DEM Partî: 8 hezar û 923
 
* AKP: 5 hezar û 806
 
* CHP: Hezar û 42
 
* MHP: 201
 
Hejmara hilbijêran a li vê derê ji 23 hezar û 47’an derketiye 26 hezar û 121 kesan. Anku ji sedî 13,34 zêde bûye. Tê diyarkirin ku nêzî 3 hezar hilbijêr hatine veguhestin ku gelemperiya van leşker in. 
 
15 - ÎDIR 
 
Li navenda bajar AKP, MHP, Partiya Îyî û çendek partiyên din li dijî HDP’ê tifaqa xwe çêdikin. Lê di du hilbijartinên dawî de HDP dibe partiya yekemîn. Tevî hemû zextan jî HDP di hilbijartina 2019’an de bû partiya yekemîn. HDP’ê 22 hezar û 227 deng stand. MHP a ku partiyên din jî piştgirî didanê jî 20 hezar û 713 deng stand. 
 
 Endamên hilbijartina 14’ê Gulanê ya navendê wiha ye: 
 
* DEM Partî: 25 hezar û 206 
 
* AKP: 21 hezar û 428
 
* CHP: 3 hezar û 527
 
* MHP: 2 hezar û 508
 
Li navend û gundên girêdayî navenda Îdirê di nava 5 mehan de rêjeya hilbijêran ji sedî 6,15 zêde bûye. Hejmara hilbijêran ji 95 hezar û 125 kesan derketiye 100 hezar û 973 kesan. Nayê zanîn ji van hilbijêran çend li gundan çend li yên navendê zêde bûne. 
 
Lê dema li daxuyaniyên nîjadperest ên îktîdarê û şirîkê wê yê biçûk tê nihêrtin, xuyaye ku ji bo bidestxistina vê derê ketine nava heman hewldanan. 
 
16- QERS
 
Mîna li Îdirê, li Qersê jî gel û baweriyên cuda dijîn û heman rewş tê jiyîn. Îktîdar û şirîkên wê yên biçûk li vir jî gelemperî bi hev re tevdigerin. 
 
Di hilbijartina 2019’an de HDP’ê li vir 12 hezar û 192 deng stand û şaredarî bi dest xist. MHP’ê jî 10 hezar û 954 deng standin. 
 
Encama hilbijartina 14’ê gulanê ya navenda Qersê wiha ye: 
 
* DEM Partî: 11 hezar û 745
 
* CHP: 10 hezar û 194
 
* AKP: 9 hezar û 275
 
* MHP: 4 hezar û 511
 
Li navenda bajar û gundên girêdayî wê di nava 5 mehan de hejmara hilbijêran ji 78 hezar û 102 kesan derketiye 83 hezar û 636’an. Anku ji sedî 7,09 zêde bûye. Yek ji bajarên ku di hilbijartinên pêş de encamên hilbijartina wê herî zêde tê mereqkirin jî Qers e. Nayê zanîn bê ka 5 hezar û 534 hilbijêrên nû li Qersê zêde bûn li navendê çêbûye yan li gundan. 
 
17- KERBORAN 
 
AKP’ê bi 6 hezar û 630 dengan Şaredariya Kerboran a Mêrdînê bi dest xist. HDP’ê jî 5 hezar û 966 deng stand. 
 
Encama hilbijartina 14’ê Gulanê: 
 
* DEM Partî: 7 hezar û 980
 
* AKP: 3 hezar û 94
 
* CHP: 765
 
* MHP: 208
 
Hejmara hilbijêran di hilbijartina dawî de 17 hezar û 397 kes bû. Ji sedî 6,23 zêde bûye û ev hejmar derketiye 18 hezar û 480’an. 
 
18- STEWRÊ
 
HDP’ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi 5 hezar û 765 dengan qezenc kiribû. AKP’ê jî 5 û 1 deng wergirtibû. 
 
Encama hilbijartinên 14’ê Gulanê: 
 
* DEM Partî: 5 hezar û 560
 
* AKP: 4 hezar û 174
 
* MHP: 678
 
* CHP: 491
 
Di nava 5 mehan de hejmara hilbijêran a li Stewrê ji 16 hezar û 161’an derket 17 hezar û 632’yan. Anku ji sedî 9,10 zêde bûye. 
 
DEM Partiyê tespît kir ku 600 leşker û polîs li “mêvanxaneyê” hatine qeydkirin. 
 
19-MÛŞ
 
AKP’ê Şaredariya Mûşê bi 15 hezar û 919 dengan bi dest xist. HDP’ê jî 15 hezar û 381 deng stand. Di hilbijartinê de dorpêça lekeran heta demekî dirêj di rojevê de ma.  
 
Encama hilbijartina 14’ê Gulanê ya navenda Mûşê: 
 
* DEM Partî: 23 hezar û 826
 
* AKP: 18 hezar û 726
 
* MHP: 14 hezar û 483
 
* Partiya Îyî: 5 hezar û 207
 
* Partiya Yenîden Refahê: 3 hezar û 274
 
Hejmara hilbijêran ya li vê derê ji sedî 2,22 zêde bûye. Li navend û gundên girêdayî wê hejmara hilbijêran 120 hezar û 992 bû û di nava 5 mehan de ev hejmar derket 123 hezar û 675 kesan. Hat zanîn ku gelemperiya 2 hezar û 683 hilbijêran li navenda bajar hatine qeydkirin. 
 
20- HAWÊL
 
Li navçeya Hawêl a Sêrtê HDP bi 902 dengan bi ser ketibû. AKP’ê jî 881 deng standibû. Faruk Okulevî bi awayeke serbixwe ketibû hilbijartinê û 701 deng standibû. 
 
Encama hilbijartina 14’ê Gulanê ya li navenda bajar wiha ye: 
 
* DEM Partî: 3 hezar û 417
 
* AKP: 2 hezar û 280
 
* CHP: 612
 
* MHP: 271
 
Di nava 5 mehan de rêjeya hilbijêran ji sedî 12,26 zêde bûye. Hejmara hilbijêran ji 15 hezar û 150’an derket 17 hezar û 8 kesan. Gelemperiya vê guherînê li navenda bajar çêbûye û ev yek dê bandorê li encamên hilbijartina pêş bike. 
 
21- DIHÊ
 
AKP’ê Şaredariya Dihê ya Sêrtê bi 3 hezar û 304 dengan bi det xist. HDP’ê jî hezar û 664 deng stand. 
 
Encama hilbijartina 14’ê Gulanê wiha ye: 
 
* DEM Partî: Hezar û 975
 
* AKP: 850
 
* CHP: 536
 
* MHP: 179
 
Hejmareke zêde ya dengan li vir çêbûye. Di nava 5 mehan de rêjeya hilbijêran ji sedî 15,6 zêde bûye. Hejmara hilbijêran ji 11 hezar û 20 kesan derketiye 12 hezar û 748 kesan. Dema mirov li hilbijartina dawî dinêre, guhertineke biçûk jî li vir dê bandorê li encama hilbijartinê bike. 
 
22- MISIRC
 
Li navçeya Misirc a Sêrtê HDP’ê bi 8 hezar û 96 dengan şaredarî bi dest xistibû. AKP’ê jî 7 hezar û 396 deng standibû. 
 
Encama hilbijartina 14’ê Gulanê wiha ye: 
 
* DEM Partî: 12 hezar û 464
 
* AKP: 4 hezar û 550
 
* CHP: Hezar û 202
 
* MHP: 210
 
Di nava 5 mehan de rêjeya hilbijêran ji sedî 6,79 zêde bûye û hejmar ji 37 hezar û 545 kesan derketiye 40 hezar û 96 kesan. Di hilbijartina dawî de DEM Partiyê ferqekî mezin avêtiye. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2019’an de ferqekî biçûk hebû. Heke li vir hilbijêr bên veguhestin, dibe ku encam cuda bin. 
 
23- NAVENDA SÊRTÊ 
 
HDP’ê di hilbijartina 2019’an de Şaredariya Sêrtê bi 33 hezar û 227 dengan qezenc kir. AKP’ê jî 31 hezar û 611 deng stand. 
 
Encama hilbijartina 14’ê Gulanê: 
 
*DEM Partî: 41 hezar û 575
 
*AKP: 27 hezar û 129
 
*MHP: 3 hezar û 60
 
*CHP: 6 hezar û 41
 
Li navend û gundên girêdayî wê rêjeya hilbijêran ji sedî 8,32 zêde bûye. Hejmara hilbijêran ji 106 hezar û 765 kesan derketiye 115 hezar û 653 kesan. Nêzî 8 hezar hilbijêr zêde bûne. Nayê zanîn çend ji van li navendê ne. Dibe ku veguhestina hilbijêran bandorê li encamên hilbijartinê bike. 
 
24- XELFETÎ
 
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê HDP’ê bi 8 hezar û 437 dengan şaredarî bi dest xist. AKP’ê 5 hezar û 494 û CHP’ê jî 2 hezar û 494 deng stand. 
 
Encama hilbijartina 14’ê Gulanê:  
 
* DEM Partî: 8 hezar û 437
 
* AKP: 5 hezar û 534
 
* CHP: 2 hezar û 94
 
* MHP: 662
 
* Partiya Îyî: 479
 
Li vê derê jî rêjeya hilbijêran pir zêde bûye. Hejmara hilbijêran ji sedî 12,23 zêde bû û ji 26 hezar û 768 kesan derket 30 hezar û 43 kesan. 
 
25- DÊRSIM Û NAVÇEYÊN WÊ 
 
Li gelek navçeyên Dêrsimê şaredarî bi reqemên biçûk dest diguherînin. Dema mirov ji hêla rêjeyê ve lê dinêre, li tevahiya navçeyan hejmar zêde dibe. Çemîşgezekê rêjeya hilbijêran ji sedî 11,84 zêde bûye. Hejmara hilbijêran ji 5 hezar û 803 kesan derketiye 6 hezar û 490’an. 
 
Li navçeya Xozat ê hejmara hilbijêran ji 4 hezar û 362’yan derket 4 hezar û 714’an (ji sedî 8.07); li Mezgêrtê ji 6 hezar û 356’an derket 6 hezar û 938’an (yüzde 9,16); li Qisleyê ji 2 hezar û 669’an derket 3 hezar û 77’an (ji sedî 15,29); li Pulurê ji 5 hezar û 592’yan derket 6 hezar û 307’an (ji sedî 12,79); li Pulumurê ji 3 hezar û 86’an derket 3 hezar û 459’an (ji sedî 12,09). 
 
MA / Azad Altay