Ji LaWje klîbek nû: Keçikê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - LaWje ku piranî muzîkên gelerî ên herêma Colemêrgê, bi formekî nûjen li hev tîne ji bo strana "Keçikê" klîbek çêkir û li ser platformên medya dîjîtal belav kir. 
 
Koma LaWje ku muzîka gelerî ya herêma Behdînanê ango Colemêrgê tomar dike û stranan bi devoka wê herêmê distrîne ji bo strana "Keçikê" klîbek çêkir. Strana ku gotinên wê aydê Mihemed Taha Akreyî ye LaWje arenje kir. 
 
LaWje ji bo stranê klîbek ji dîmenên xweşikiya xweza û bajarê Colemêrgê pêk tê amade kiriye. Di klîbê de LaWje pişta xwe daye Çiyayê Simbî ango Sumbul û berê xwe daye bajarê Colemêrgê û dengê stran û awaza wê li nav çiyayan olan dide. 
 
Klîb bi karbeşiya amûrên mûzîkê yên cuda hatiye hûnandin. Kesên ku karbeşiya klîbê kirine wiha ne: Bendir kahon, ud û zil: Alî Îmran Erîn, dahol û darbûka û defa bizîl: Bûrhan Hasdemîr, bas gitar: Zanan Akin, gîtara elektronîk  Îbrahîm Odak, keman Metehan Dada, şîvî û tembûr: Serhat Bostanci, vokalîstiya paş Alî Îmran Erîn, Bûrhan Hasdemîr, Serhat Bostanci, studyo: Drum & Bass; qeyda deng: Deniz Unlu û Serhat Bostanci, mîks&masterîng: Ozan Turkyilmaz; video: Portrenk; Solîst : Alî Tekbaş.