Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî

img
AMED - UNESCO û Desteya Parastina Peyker û Sîteyan a Navnetewî serdana Qesra Artûklû ya li Girê Amîda kirin û li qada kolandinê û sûrên dîrokî lêkolînan pêk anîn. 
 
Navenda Mîrateya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) û Desteya Parastinê ya Bîrdarî û Şûnwarên Navneteweyî kolandina Qesra Artukluyê ya li Girikê Amîda û Sûrên Amedê yên ku di ber restorasyonê de ne lêkolîn kirin.
 
Lêkolîna Mîsyona Çavdêriya Reaktîf a dê di navbera 28’ê mijadrê-2’ê kanûnê de 5 rojan pêk were û lêkolînê li Îçkale û qada kolandina Qesra Artûklû ya li Girikê Amîda dest pê kir. Serokê Kolandina Qesra Artûklû Prof. Dr. Îrfan Yildiz û şandeya UNUESCO lêkolînê pêk anîn. 
 
UNESCO’yê piştî lêkolîn li vir dê serdana li aliyê Rojhilatê Sûrên Amedê û Nava Sûrê ku cihên nû tên çêkirin jî bike. Şande piştre dê serdana sazî û dezgehên sivîl ên li bajêr bike. 
 
Navên kesên di şandeyê de cih digirin wiha ne: Pisporên ICOMOS; Nicolas Faucherre (Fransa), Grellan Rourke (Îrlanda), ji Navenda Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê Maria Liouliou (Şaxa Ewropa û Bakurê Amerîkayê)