Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin

  • cîhan
  • 15:03 24 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin. 
 
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di 26’ê îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Mûradî ya bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin û çarenûsa wê nediyare. KJAR’ê bang li raporterê NY’ê yê Îranê û saziyên navneteweyî kir ku ji bo zanîna çarenûsa Ciwana Sine karên pêwîst bikin.
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê têkildarî rewşa Mûradî daxuyanî da û ragihand ku Mûradî niha li girtîgeha Êvînê ya Tehranê tê ragirtin û di dema girtinê de malbatê kariye tenê carekê hevdîtinê pêk bîne û rê nehatiye dayîn ku parêzer wê bibînin.
 
Di heman daxuyaniyê de hate gotin; “Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî piştî hate binçavkirin, biribûn îdareya Îtalat ya li Sine û nêzî du heftiyan hatiye îşkence kirin. Di dawiya meha tebaxê de Werîşe Mûradî ji Sine veguhestine girtîgeha Êvîn ya li Tehranê.”