Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava salekê de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin û mafê jiyanê yê 333 kolberan jî hate binpêkirin. 
 
Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê; binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê di sala 2023’yan de pir zêde bûn. Hat ragihandin ku di salekê de 823 kes hatin bidarvekirin û mafê jiyanê yê 333 kolberan jî hate binpêkirin. her wiha hat destnîşankirin ku 27 kesan di encama teqîna mayin û teqemeniyan de jiyana xwe ji dest dan û li girtîgehan jî 34 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li seranserî Îranê di tevahiya salê de hejmara kesên hatine girtin weke 2 hezar û 342 hate destnîşankirin. Di heman demê cezayê mirinê li 21 aktîvîstên siyasî û çalakvanan hate birîn. Li gorî îstatîstîkan; 547 aktîvîst bi giştî 94 salên girtîgehê yê hatiye taloqkirin û bi cezayê 2 hezar û 547 qamçiyan û 2 hezar û 944 sal cezayê hefsê re rû bi rû man. 
 
BANGA JI BO CIVAKA NAVNETEWEYΠ
 
Di raporê de hat diyarkirin ku girtî bi awayekî keyfî tê ragirtin, welatî bi awayekî keyfî tên girtin û tundiyeke bêsînor li dijî kolber û aktîvîstên sivîl tê kirin. Di raporê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo parastina maf û jiyana xelkê Îranê zextê li rejîma Îranê bikin. 
 
121 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Li Îranê di nava salekê de herî kêm 121 cînayetên jinan hatin kirin û ev cînayet piranî ji hêla xizmên wan ve hatin kirin. Di raporê de hat gotin ku ev daneye nîşaneya polîtîkaya Komara Îslamî ya li dijî jinan û binpêkirina mafên jinan û zayendên cuda yên civakê nîşan dide. Hat destnîşankirin ku ji ber van polîtîkayên rejîmê, jin bi rehetî hedef tên girtin û hikûmeta Îranê bi xwe cînayetên jinan dike. Her wiha hat gotin ku hejmara cînayetên jinan ji daneyên hatine parvekirin pir zêdetir e.