Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di bîranîna Qasim Silêmanî de li ser hev teqîn çêbûn û hejmara kesên mirine derket 103’yan. 

 
Fermandarê Hêza Qudsê yê Muhafizên Şoreşê Qasim Silêmanî, 3 sal berê di 3’yê çileya 2022’yan de li paytexta Iraqê Bexdayê di êrişeke hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de hate kuştin. Silêmanî li ser gora xwe ya li bajarê Kirmanê hat bibîranîn û di dema bîranînê de 2 teqînên mezin çêbûn. Di teqînan de hejmara miriyan derket 103’yan. Her wiha 170 kes jî birîndar bûn. Tê payîn ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.