Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara filistîniyên di êrişên heta niha yên Îsraîlê yênl i dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 22 hezar û 835’an. 
 
Piştî êrişa “Tofana Aksayê” ya Hamasê ku di 7’ê cotmehê de da destpêkirin, Îsraîlê li dijî Xezeyê ji hêla hewayî, bejahî û ji deryayî ve êrişên giran dan destpêkirin. 3 meh bi ser êrişan re derbas bûn. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY); milyonek û 900 hezar kes ji warên xwe koçber bûn. Her wiha di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê heta niha de herî kêm 22 hezar û 835 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê; di êrişan de heta niha 58 hezar û 166 filistînî birîndar bûne. Îsraîlê jî ragihand ku ji êrişên 7’ê cotmehê heta niha di encama êrişan Hamasê de hezar û 139 kesan jiyana xwe ji dest dane.