Li Swîsreyê ji bo Abdullah Ocalan kampanyaya ‘100 hezar qertan’

  • cîhan
  • 21:54 15 Çile 2024
  • |
img
VALAÎS - Li kantona Valaîs a Swîsreyê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin. 
 
Li paytexta kantona Valaîs a Swîsreyê Sîonê kampanyaya “100 hezar qert” ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bên şandin hate destpêkirin.  
 
Rûşen Tûtkû yê di aktîvîteya taştê ya bi pêşengtiya Navenda Çanda Kurd a Valaisê hate lidarxistin de axivî, têkildarî  tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan û kampanyaya hatiye destpêkirin de agahî dan. Tûtkû bi lêv kir ku berxwedana Abdullah Ocalan 25 sal in berdewam dike û wiha got: “Serokatiya me îro li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yek kesî de di bin şertên giran de têdikoşe û li dijî qirkirinê li ber xwe dide. Ji bo tecrîd bê rakirin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were li 74 welatan di pêşengtiya mirovên zanîst de pêvajoya kampanyayê hate destpêkirin. 
 
Piştî axaftinên hatin kirin gelek ji Girtîgeha Îmraliyê re gelek qert hatin şandin. Kampanyaya “100 hezar qert” dê nava vê hefteyê li gelek navendên Swîsreyê berdewam bike.