Nobeda Azadiyê: Hefteya 605'an bi komeke nû dewam dike

  • cîhan
  • 18:16 31 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobedê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê tê lidarxistin, di hefteya 605'an de bi koma ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê dewam dike.
 
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve 'Nobeda Azadiyê' tê lidarxistin.
 
Di hefteya 605'an a çalakiya nobedê de sê welatparêzên ji herêma Bordeaûx a Fransayê Engîn Sezen, Hasan Kartal û Yûsûf Erdem çalakî dewir wergirtin. Berdevkê komê Engîn Sezen anî ziman ku ew tecrîdê teqez qebûl nakin û di serî de grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, berxwedana li Kurdistanê û cîhanê ya li dijî tecrîdê silav kir.
 
Sezen got, "Em bang li gelê xwe dikin ku li her qadê bi berpirsyarî tevbigere."