Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken cara 5’an derket tura Rojhilata Navîn û ji ewil çû serdana Erebistana Siûdî. Tê payîn ku piştre biçe serdana Misir, Qeter, Îsraîl û Şerîaya Rojava.  
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê berdewam in. Di vê serdemê de Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken ji bo rewşa dawî ya li Xezeyê û pevguhertina dîlgirtiyan derket tura Rojhilata Navîn. Piştî êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê hatiye kirin, ev cara 5’an e tê herêmê. 
 
Tura Blinken dê îro dest pê bike û di vê çarçoveya de dê biçe serdana Erebistana Siûdî, Misir, Qeter, Îsraîl û Şerîaya Rojava. 
 
Tê payîn ku Blinken di saetên pêş de bigihije Erebistana Siûdî. Hevdîtinên Bilinken dê heta 8’ê sibatê berdewam bikin. 
 
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê, Blinken ji bo mijara pevguhertina dîlgirtiyan û “navbera însanî” dê hewl bide navbera her du aliyan çêbike û ji bo alîkariyên însanî bigihijin Xezeyê bi dewletên têkildar re hevdîtinan bike. 
 
Di heman demê de Blinken dê ji bo Îsraîl û Filistînê hevdîtinên dîplomatîk bike. Mijara herî dawî ya di rojeva Blinken de jî êrişên Husiyan ên li Behra Sor in.