Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê

  • cîhan
  • 13:48 14 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Misirê Abdulfettah es-Sîsî re çû Misrê ku gelek caran bi gotinên “kujer” û “darbekar” hedef digirt û der barê wî de digot “Qet pê re hevdîtinê nakim.” 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ê ji bo hevdîtinên fermî çûbû Mîrnişên Yekbûyî yên yên Ereb (BAE), ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Misirê Ebdulfettah es-Sîsî re çû Misrê. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir jî li gel Erdogan bûn. 
 
Erdogan dixwaze têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Misirê re baş bike ku ji sala 2013’an ve xera bûbûn. Piştî 2013'an, yekem care di asta jor de diçin serdana Misirê. 
 
Çalakiyên ku weke "Bihara Ereban" tên binavkirin, ara ewil li Misirê hatin destpêkirin. Bi çalakiyan re rêveberiya Husnu Mubarek di sibata 2011’an de bi dawî bû û li şûna wî Muhammed Mursî ê Erdogan piştgirî didayê û li ser xeta Birayên Misilman bû desthilat. Mursî, piştî 8 mehan ji hêla Serfermandarê Artêşê Abdulfettah es-Sîsî bi darbeye hate xistin. Desthilata AKP’ê ya di çarçoveya polîtîkayên nûkirina Osmaniyan de piştgirî dabû Mûrsî, bi vê darbeyê re xeyalên wê nîvco man û têkiliyên her du welatan xerab bûn. 
 
DI HER AXAFTINA XWE DE SÎSÎ HEDEF GIRT
 
Herî zêde Erdogan bertek nîşanî darbeya hatiye kirin da û hema bêje di her axaftina xwe de Sîsî bi gotinên “kujer”, “darbekar” hedef girt. Herwiha Erdogan ji bo hilbijartina sala 2019’an a herêmî de, ji bo namzetê Şaredariya Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim were hilbijartin mijar kiribû propagandaya hilbijartinê û wiha gotibû: “Me kefênê xwe li xwe kir û wisa ketin vê rêyê. Vê roja yekşemê ma em ê bêjin Sîsî yan Bînalî Yildirim?”
 
CAREKE DIN PAŞ DE GAV AVÊT
 
Mîna her carê, Erdogan niha jî gotina xwe li erdê hişt û ji bo hevdîtina bi Sîsiyê ku jê re digot "Ez ê tu caran pê re hevdîtinê nekim" berê xwe da Misirê. 
 
DESTÊN HEV GIRTIN
 
Erdogan, di sala 2022’yan di vekirina maça Kûpaya Cîhanê ya li Qeterê de destê Sîsî girtibû. Piştî 12 salan ev hevdîtin dê bibe yekem serdana di asta herî jor de. Erdogan dê ji hêla Sîsî ve bi awayeke bi fermî were pêşwazîkirin û dê bi hev re daxuyaniyê bidin. Erdogan dê piştre jî tevî şandeya xwe bi Sîsî re xwarinê bixwe.