Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'

  • cîhan
  • 23:12 15 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Enternasyonalîst li Zappîona dîrokî ya Atînayê li hev civiyan û xwestin ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re Xelata Aştiyê ya Nobelê bê dayîn.
 
Enternasyonalîstên li Atînaya paytexta Yewnanîstanê, di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Zappîona dîrokî hatin cem hev.
 
Enternasyonalîstan ji Zappîona dîrokî xwestin ku Xelata Aştiyê ya Nobelê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê dayîn.