Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê

  • cîhan
  • 12:12 16 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Sêyemîn Konferansa Kurd li Londonê hate lidarxistin û hat diyarkirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkiliyên dîplomatîk bixin nava liv û tevgerê. 
 
Meclîsa Gelê Kurd a Ingilistanê di 25'emîn salvegera komploya navneteweyî û dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li Zanîngeha SOAS’ê, 3’yemîn Konferansa Asayî ya Kurd li dar xist. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Cengîz Çandar, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Feleknas Uca, Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê Brighton Lloyd Russell-Moyle, ji Meclisa Lordan Maurice Glasman, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlum Dînç, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê  Dr. Abdulkerîm Omar, ji sendîkaya Unite the Unionê Simon Dubbins û gelek kesayetî beşdar bûn. 
 
Di konferansê de 3 rûniştinên bi sernavên “Rastiya krîza Rojhilata Navîn; Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û nirxandinên giştî yên herêmî”, “Jin, jiyan, azadî: Li ser rêya azadiya jinê avakirina aştiya civakî" û Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd; Ocalan û polîtîkaya tecrîdê” hatin lidarxistin. 
 
TECRÎD TÊ GIRANKIRIN
 
Nûnerê Karên Derve yê Meclisa Gelê Kurd a Ingiliistanê Agît Karataş ji ewil axivî û wiha got: “Îro ji bo gelê kurd rojeke dîrokî û sembolîk e. Em di salvegera 25’emîn a komployên navneteweyî de vê konferansê organîze dikin. Tecrîda 25 salan a li ser Rêber Apo û ev 4 sal in qutkirina bi temamî ya ji cîhanê,  gelê kurd û dostên wan ditirsîne. Tecrîda li ser Rêbertiyê, çi Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê be, çi hiqûqa navneteweyî be, di tu hiqûqa cîhanê de nayê qebûlkirin. Bi pêşengiya hevalên me yekane bersiva gelê kurd a li hemberî polîtîkayên tecrîdê, têkoşîn û berxwedan e. Em xwedî li pêngava 10'ê cotmehê ya li dijî tecrîd û esaretê derdikevin û konferansê diyarî pêngavê dikin.”
 
‘DIBE KU OCALAN GIRTÎ BE LÊ FIKRÊN WÎ AZAD IN’
 
Piştre Parlamenterê Siin-Feînê yê Îrlandayê Francie Molloy got ku ew ji tevgereke ku bi gelê kurd re di nava heman têkoşînê de ye tê. Francie Molloy anî ziman ku li Parlamentoya Ingilistanê cih digire, lê beşdarî rûniştinan nebûye û sond xwariye. Francîe Molloy diyar kir ku têkoşîna gelê Îrlanda û gelê kurd dişibin hev û wiha got: "Em weke Sinn Feîn emperyalîzma ingilîzan red dikin. Em partiyeke aktîvîstên herêmî ne, ne yên ku li pey kariyerê ne. Em çalakgeriya li ser bingehê şoreşgerî esas digirin. Di salên 90'î de ez weke çalakvanekî ketim nava siyasetê. Em weke gelê Îrlandayê girîngiya hevgirtinê ya têkoşîna xwe ya bi têkoşînên din ên dost re baş dizanin.”
 
Molloy bal kişand ser taybetmendiyên hevpar ên berxwedanê yên Bobby Sands ê ku di têkoşîna azadiyê ya Îrlandayê de dîl hat girtin û dema parlamenter bû di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Bobby Sands weke namzet hat hilbijartin. Parlamenterê ku di salên ku di girtîgehê de di greva birçîbûnê de bû, Ingilistan ji Bobby Sands ditirse, dewleta tirk jî ji fikr û berxwedana Ocalan ditirse û ji ber vê yekê Ocalan di tecrîda mutleq de tê girtin. Ocalan girtî ye. 25 sal in em dizanin ku fikrên wî azad in. Dibe ku girtî be, lê fikrên wî azad in. Divê em bi daxwaza azadiya girtiyên siyasî yên kurd, di serî de Ocalan re bibin yek. Em têkoşîna we silav dikin. Em ê serî netewînin, em ê li ber xwe bidin û aştiyê pêk bînin.”
 
‘JIN, JIYAN, AZADÎ FELSEFEYEKE’
 
Beşa yekemîn a konferansê bi rûniştina bi sernavê "Jin, Jiyan, Azadî: Çareserî û aştiya navbera civakan li Rojhilata Navîn li ser bingeha azadiya jinê" dest pê kir. Di konferansê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd Denîz Bîlgîn axivî û diyar kir ku bi serhildan û berxwedana jinan a piştî qetilkirina Jina Emînî li Îranê, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” zêdetir hate bihîstin. Bîlgîn da xuyakirin ku ev dirûşm civakên cuda yên Rojhilatê tîne cem hev û wiha got: “Ji ber ku di bin vê dirûşmê de felsefe heye û ev felsefe xwedî kapasîte û kûrbûna pirsgirêkên jiyanê yên îro ye.” Bîlgîn diyar kir ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ji berxwedana Îranê kevntir e û dîrokçeya dirûşmê ya bi Tevgera Azadiya Kurd û têkoşîna azadiya jinê vegot.
 
SCHONVELD: EM BI HÊZTIR IN
 
Endama Damezrîner a Weqfa Ekolojiya Siyasî Eva Schonveld ku di nava Şanda Aştiyê ya Navneteweyî de cih girtibû û di nava heyeta ku beriya demekê dixwest biçe Tirkiyeyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, serdana xwe ya Tirkiyeyê û nêrînên xwe yên ji vê serdanê vegot. Schonveld, diyar kir ku dewleta tirk zordestiyê li gelê kurd dike û daxwazên welatê wan qebûl nake û got ku ziman, nasname û çanda gelê kurd di bin zextê de ye.
 
Bi domdarî Eva Schonveld ev tişt anî ziman: “Azadî banga hestiyariyek kolektîf a ji mêj ve ye. Azadî bi bîr tîne. Dema ku em di xizmeta hev û jiyanê de tevdigerin, ji ya ku pergala serdestiyê ji me re dibêje, em gelekî bi hêztir in. Ew dîtiniyek cîhanek ku em hêzê parve dikin, cihêrengiya xwe pîroz dikin, nakokiyên xwe bi guhdarîkirin, têgihiştin û veguheztinê re mijûl dibin. Kesên ku azadiyê dijîn dikarin cîhana me biguherînin û dê biguherînin. Demên bêhêvî yên ku em pê re rû bi rû ne, ‘Jin, jiyan, azadî’ derxistiye pêş. Ev ne tenê dirûşmek e, vegotina heqîqetê ye û dîtina jiyaneke nû ye. Ev bi hêz û pêwîst e; ne tenê ji bo kurdan, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ne tenê ji bo jinan, ji bo me hemûyan, ji bo tevahiya cîhanê ye.”
 
GHOILL: JÎNEOLOJÎ JIYANA KOLEKTÎF E
 
Endama Komîteya Jineolojiyê ya Skoçyayê Leonna Ni Ghoill bi bîranîna rojnamevan û nivîskara kurd Nagihan Akarsel dest bi axaftina xwe kir. Leonna Ni Ghoill der barê Jineolojiyê de ev agahî da: “Jineolojî ne têgîneke ‘femînîzma kurd’ e. Rizgarkirina jinê û azadkirina civakê ji zanîn û bindestiya pergala baviksalarî ji aliyê bîrdozî ve navenda Şoreşa Rojava û tevgera azadiya kurd e. Jiyana kolektîf, hişmendiya kolektîf û hevkarî pir kevn e û bingeha jiyanê ye.”
 
Di rûniştinên piştî nîvro yên konferansê de wê 3 rûniştinên bi sernavê "Rastiya Krîza Rojhilata Navîn; Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û nirxandinên giştî yên herêmê" û "Çareseriya Aştiyane ya Pirsgirêka Kurd; Ocalan û Polîtîkaya Tecrîdê" bên lidarxistin.
 
‘HEKE PEYAMÊN OCALAN BAŞ BIHATINA FÊMKIRIN DÊ QIRQIRINA ÊZDIYAN ÇÊNEBÛYA’
 
Feleknas Uca jî got ku siyaseta tecrîdê sedema herî girîng a neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Uca, qirkirinên li dijî civaka êzidî hatine kirin vegot û da zanîn ku Abdullah Ocalan ev rewş zû de texmîn kiribû û her tim xwestibû ku êzidî tevdîrên xwe bigirin. Uca, wiha domand: “Heke peyamên Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de baş bihatina fêmkirin, dê DAIŞ’ê nekariya li dijî êzidiyan qirkirinê bike.” 
 
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
 
Ji Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley û Endama Navenda Lêkolînên ji bo Demokrasiyê ya Îtalyayê Michela Arricale jî di pêşkeşiyên xwe de destnîşan kirin ku paradîgmaya Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo aştiya civakên Rojhilata Navîn di hêla şoreşa zîhniyetê de pir girîng in. Her wiha gotin ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn û gelê kurd jî divê Ocalan azad bibe. 
 
'BEYANA AZADIYA OCALAN’
 
Piştî rûniştinan, Hevserokên Meclisa Gel a Ingilistanê Seyît Suruç û Aso Kamalî encamnameya konferansê xwendin. Di encamnameyê de ji bo Ingilistan li rex kampanyaya di asta kûrewî de cih bigire û piştgiriyê bide, beyannameya îradeyê ya ji 5 xalan pêk tê eşkere kirin. Di beyannameyê de ev tişt hatin gotin: “Em girêdana xwe ya bi kampanyaya Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk ragidigihînin û ji bo aştî û îstîqrara Rojhilata Navîn weke gavekî girîng divê Ocalan tavilê were berdan. Ji bo bangawaziyên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bêhtir bên xurtkirin dê têkiliyên dîplomatîk bixin nava liv û tevgerê, dê bi hevparên siyasî yên Ingilistanê û derdorên biryarê didin re peywendî bên danîn û balê bikişînin ser girîngiya azadiya wî ya di çareseriyê de.”