Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da

  • cîhan
  • 15:56 16 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Aleksey Navalnî ku sê sal bûn girtî bû, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. 
 
Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Aleksey Navalnî, di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Saziya Girtîgehan a Federe ya Rûsyayê ragihand ku Navalnî ê bi îdiaya “Avakirin rêxistina tundrew, fînansekirina wê û lidarxistina çalakiyan” hatibû girtin, li Girtîgeha Hejmar 3 ya li herêma Yamal-Nenetskê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Li gorî daxuyaniya di Sputnikê de, wiha hate gotin: “Navalnî ku li Girtîgeha Hejmar 3’yê dihat ragirtin, di 16’ê sibatê de piştî hewa standî xwe nebaş hîs kir û piştre bi temamî ser hişê xwe çû. Xebatkarên tenduristiyê yên girtîgehê tavilê hatin û bangî ambulansê kirin.”
 
‘JI HÊLA PUTÎN VE HATE KUŞTIN’
 
Cîgirê Navalnî yê berê Leonid Volkov ji mirina siyasetmedarê muxalîf Moskov berpirsyar dît. Li ser pirsa bê ka dê agahiyê piştrast bike yan na, Volkov ev bersiv da: “Rayedarên rûs  li xwe mikûr hatin ku Aleksey Navalnî li girtîgehê kuştine. Tu rêyên vê yên piştrastkirinê nînin. Heke rast be, Navalnî ji hêla Putîn ve hatiye kuştin.” 
 
ROJNAMEGER MURATOV: CÎNAYET E 
 
Rojnamegerê rûs Dmitry Muratov ku di sala 2021’an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin, ji bo mirina Navalnî peyva “cînayet”ê bi kar anî. Muratov, got ku di wê baweriyê de ye ku şert û mercên girtîgehê rê li ber mirina wî vekirine. 
 
KREMLİN: TÊ LÊKOLÎNKIRIN
 
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku têkildarî sedema mirina Navalnî hêj tu agahî li ber destê wan nînin. Peskov, anî ziman ku hemû lêkolînên pêwîst hatine kirin û têkildarî mijarê Serokê Dewletê Vladimir Putin hatiye agahdarkirin. 
 
Hat ragihandin ku berdevkê Navalnî û parêzerê wî ber bi girtîgehê ve ketine rê. 
 
19 SAL CEZAYÊ HEFSÊ HATIBÛ DAYÎN 
 
Navalnî, ji sala 2021’an heta niha li herêma Yamalo-Nenetsê di girtîgehê de bû. Di tebaxa par de 19 sal cezayê hefsê li Navalnî hatibû birîn.