Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê kirî de gelek “sedemên maqûl” hene ku bawer bikin tundiya zayendî, tecawizên komî û miameleyên dermirovî hatine kirin. 

 
Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo lêkolînkirina îdiayên ku tê gotin Hamasê di êrişa 7’ê cotmeha 2023’yan de li îsraîlê tundiya zayendî kiriye, di navbera 29’ê çileyê û 14’ê sibatê de şandeyek şand Îsraîlê û Şeriaya Rojava. Şandeyê piştî hevdîtin û lêkolînan raporek amade kir. 
 
Rapor ji 24 rûpelan pêk tê û piştî weşandina raporê, Nûnera Taybet a Tundiya Zayendî ya li Herêmên Şer a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku serokatiya şandeya ji 9 kesan pêk dihat dikir Pramila Patten têkildarî mijarê daxuyanî da. 
 
Patten, anî ziman ku “sedemên maqûl” hene ku bawer bikin ku di êrişa Hamasê ya 7’ê cotmehê ya li dijî Îsraîlê de li başûrê Îsraîlê herî kêm li 3 herêman tecawizên komî û bûyerên tundiya zayendî qewimî ne. Patten da zanîn ku wan ev rewş tespît kirine. 
 
Paten, wiha domand: “Agahiyên di asta duyemîn de yên pêbawer li ber destê me hene ku îşkenceya zayendî yan jî ya zalimane, miameleya dermirovî û biçûkxistinê û awayên tundiya zayendî hatine kirin. Her wiha li ber destê me agahiyên eşkere û jêbawer hene ku dîlgirtiyên li Xezeyê jî rastî tundiya zayendî hatine. Kesên ku piraniya wan jin, tazî an jî qismekî wan tazî û hatine girêdan û kuştin, nîşaneya dibêtiya cureyên tundiya zayendî ne. Her wiha koma lêpirsînê li hinek deverên din jî ev îdia lêkolîn kirin lê agahî û delîlên şênber bi dest nexistin.” 
 
'AWAYÊ RAST DÊ TU CARAN NEYÊ ZANÎN’ 
 
Ekîba NY’ê got ku temamiya rastiya tundiya zayendî ya di êrişa 7’ê cotmehê de û piştî êrişê dibe ku tu caran baş neyê zanîn û ji bo vê xebateke bi mehan an jî bi salan pêwîst e. Patten da zanîn ku şandeya wan bi nûnerên îsraîlî re 33 civîn li dar xistine, li zêdetirî 5 hezar wêneyan nihêrtine û dîmenên 50 saet temaşe kirine, li kesên di êrişa 7’ê cotmehê de rizgar bûbûn, şahidên bûyerê, dîlgirtiyên hatine berdan û komên mudaxileya lezgîn jî di nav de 34 hevdîtinên veşarî kirine.