Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji destpêka îsal heta niha di êrişên DAIŞ’ê yên li çolên Sûriyeyê de 195 kes hatin kuştin. 
 
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya êrişên DAIŞ’ê yên ji destpêka sala 2024’an heta niha yên li Sûriyeyê eşkere kir. SOHR’ê da zanîn ku DAIŞ’ê li dijî hikûmeta Şamê û alîgirên wan 70 êriş pêk anîne û di van êrişan de 195 kes hatine kuştin. 
 
Hat ragihandin ku ji kesên hatine kuştin 32 jê sivîl, 14 1 jê ji hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û 22 jî DAIŞ’î ne. 
 
Ji êrişan 33 jê li çola Humsê, 24 jê li çola Dêrazorê, 6 jê li çola Reqayê, 6 jê li çola Hemayê û yên din jî li çola Helebê hatine kirin.