Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne

img
ENQERE - DMME û MPKE’yê ji bo Demîrtaş û Kavala biryara “Divê tavilê bên berdan” dabû. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ji bo ev biryar were bicihanîn, dixwaze prosedûra binpêkirinê bide destpêkirin û bi mebesta girtina tevdîran îro dicive. 
 
Komîteya Wezîran a Ewropayê, ji bo venêrîna biryar û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), civîna xwe ya sê mehan ku dê di navbera 12-14’ê de li Strasbourgê bê lidarxistin da destpêkirin. Dê di civînê de gelek mijar bên nîqaşkirin û ji Tirkiyeyê jî du dosya hene. 
 
Ji dosyayên ku dê komîte bi awayekî hûr û kûr li ser lêkolînê bike yên Ermenistan, Azerbaycan, Bulgaristan, Hirvatistan, Qibris, Komara Çekê, Fînlandiya, Fransa, Gurcistan, Yewnanistan, Macaristan, Îtalya, Lîtvanya, Malta, Komara Moldovayê, Polonya, Romanya, Federasyona Rûsyayê, Komara Slovakyayê, Tirkiye û Ûkraynayê hene.
 
DÊ DOSYAYÊN KAVALA Û DEMÎRTAŞ BÊN NIRXANDIN
 
Ji Tirkiyeyê jî di dosyaya Osman Kavala heye ku ji Doza Geziyê girtî ye, cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û Daîreya Mezin a DMME’yê ji bo wî biryara “tavilê berdin” dabû. Her wiha dosyaya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş heye ku tevî biryara Daîreya Mezin a DMME’yê ya “divê tavilê were berdan” jî nayê berdan û biryarên girtinê yên nû û dozên nû re hêj di girtîgehê de tê ragirtin. Her du dosya jî di rojveva wezaretê de ne. 
 
Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ku weke saziya qanûndanînê ya Konseya Ewropayê tê zanîn, di 12’ê cotmeha 2023’yan de civiya û di Rûniştina Payîzê de bi piraniya dengan biryara “Bila Osman Kavala tavilê were berdan” dabû. 
 
Li gorî biryarê; divê Tirkiye biryara DMME’yê bi cih bîne û wiha hate gotin: “Heke heta 1’ê çileya 2024’an neyê tehliyekirin, dê di rûniştina ewil a MPKE’yê de rayeya îtîraza li dijî belgeyeya têrîkirinêya delegasyona tirk bikeve meriyetê.” Bi domdarî hat diyarkirin ku heke piştî vê biryarê tevî “peywendiyên bi meqamên tirk re jî” heke Kavala neyê berdan, dê derheqê hemû memûrên polîs, dozger, dadger, peywirdarên cezayê û yên peywirên din dikin de ji ber “bi awayekî derqanûnî û keyfî rê li ber azadiya Kavala girtine” li welatên Ewropayê teqîbat were destpêkirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Heke Osman Kavala heta 1’ê çileya 2024’an neyê berdan, dê di Rûniştina Zivistanê ya 2024’an de delegasyona Tirkiyeyê di MPKE’yê de ji mafê xwe yê dengdayînê bêpar were hiştin.” Lê belê di civîna MPKE’yê ya di meha çileyê de ev biryar nehatin rojevê. 
 
DAXWAZÊN PARÊZERAN
 
Li gel dosyayên Demîrtaş û Kavala, her wiha mijara betalkirina parlamenteriya Can Atalay jî dê ji hêla komîteya Wezîran a KE’yê ve bê nirxandin. 
 
Parêzerên Selahattîn Demîrtaş Benan Molu, Ramazan Demîr û Mahsunî Karaman ev daxwaz ji Komîteya Wezîran kirin:
 
*Diyar bikin ku bi rewşa girtî ya birêz Demîrtaş re xala 46’emîn a Peymanê tê binpêkirin. 
 
* Heta serlêdêr (Demîrtaş) tê berdan, di hemû civînên asayî û mafên mirovan de vê mijarê lêkolîn bikin. 
 
* Bang li Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, dewletên endam û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bikin ku têkildarî tacîza edlî ya li dijî serlêdêr (Demîrtaş) tê kirin, bixin rojeva xwe. 
 
* Bang li hikûmetê bikin ku biryara Daîreya Mezin tam bi cih bîne. 
 
Daxwazên parêzerên Osmana Kavala profesor Başak Çali û profesor Philip Leach jî wiha ne: 
 
* Di çarçoveya biryarên bi hejmar 2319 (2020) û 2518 (2023) ên MKPE’yê de Prosedura Hevpar a Temamker bidin destpêkirin. 
 
* Destnîşan bikin ku bi bicihneanîna biryara DMME’yê re xala 46’emîn a PMME’yê tê binpêkirin. 
 
* Ji rayedarên tirk bixwazin ku ji bo berdana birêz Kavala demekî eşkere nîşan bidin û di vê çarçoveyê de planeke çalakiyê amade bikin. 
 
DÊ BIRYAR DI 15’Ê ADARÊ DE BÊN RAGIHANDIN
 
Biryarên ku di civîna vê hefteyê ya Komîteya Wezîran de bên dayîn, dê di 15’ê adarê de li ser malpera înternetê ya Konseya Ewropayê bên weşandin.