PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Ewropayê, “Qanûna Azadiya Çapemeniyê” ku rojnameger û dezgehên çapemeniyê yên li welatên Ewropayê li dijî mudaxileyên aborî û siyasî diparêze, erê kir. 
 
Parlamentoya Ewropayê, “Qanûna Azadiya Çapemeniyê” ku ji hêla Komîsyona YE’yê ve hatiye amadekirin û dixwaze rojnameger û dezgehên çapemeniyê li dijî mudaxileyên siyasî û aborî biparêze, erê kir. 
 
Qanûna behsa xeberê, ji bo parastina nepeniya çavkaniyan û qedexekirina bikaranîna nivîsbariyên sîxûr ên li dijî rojnamegeran dihewîne. 
 
Ji bo qanûn bikeve meriyetê, divê li meclisên neteweyî yên 27 endamên YE’yê were qebûlkirin. 
 
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ev biryar bi keyfxweşî pêşwazî kir.