Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî anketa derketina sindoqê, Vladîmîr Pûtîn hilbijartina Serokatiya Dewletê ya Rûsyayê bi rêjeya ji sedî 87,8 a dengan bi dest xist. 
 
Li gorî anketa derketina sindoqê, Vladîmîr Pûtîn ê 25 sal in serokê dewletê ye hilbijartina Serokatiya Dewletê ya Rûsyayê bi rêjeya ji sedî 87,8 a dengan bi dest xist. 
 
Ji bilî Pûtîn sê namzetên din di hilbijartinên serokkomariyê de li ser navê Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê, Mirovên Nû û Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê tev li pêşbaziyê bûn. Lê belê namzetan axaftinên weke “Hewce nîne Pûtîn rexne bikin, ji xwe tiştekî zêde ku rexne bikin jî nîne” kiribûn. Di hawireke ku namzetên ku bê îddîa ketin hilbijartinê de teqez dihat dîtin ku wê Pûtîn bi ser bikeve.