Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn

img
CENEVRE - Di çalakiya li ber ofîsa NY'yê de hat destnîşankirin ku pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" bi biryardarî didome. 
 
Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê” de her roja Çarşemê didome, lehengên nemir ên Newrozê hatin bibîranîn.
 
Mustafa Altûnbaş li ser navê komîteya çalakiyê, şehîdên meha Adarê yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û diyar kir ku gelê kurd di serî de li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê li her qadê berxwedaneke mezin nîşan daye.
 
Piştî Altûnbaş, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Îbrahîm Yuksel mafê axaftinê stend. Hevsorek Yuksel, lehengên mîna Mazlûm Dogan, Sema Yuce, Nîlgun Yildirim, Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel ku agirê Newrozê bi laşê xwe gur kirin bi bîr anî û Newroza gel silav kir.
 
Di çalakiyê de banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya danê êvarê saet di 18.00’an de bê lidarxistin, hat kirin.