Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa li dijî eywaneke konserê ya li paytexta Rûsyayê Moskovê de herî kêm 40 kes hatin kuştin û 146 kes birîndar bûn. DAIŞ’ê êriş li xwe girt. 
 
Duh di saetên şevê de li dijî Eywana Konserê ya Şaredariya Crocusê ya paytexta Rûsyayê Moskovê de êrişa çekdarî hat kirin. Hejmara kuştî û birîndaran her ku diçe zêdetir dibe. Servîsa Ewlekariyê ya Federal a Rûsyayê (FSB) da zanîn ku di êrişê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û 146 kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê da zanîn ku rewşa herî kêm 60 birîndaran giran e. 
 
Hat ragihandin ku êrişkar ji cihê komkujiyê reviyane û DAIŞ’ê li ser kanala Telegramê êriş li xwe girt. Weke ku tê zanîn DAIŞ’ê di demên berê de jî hinek çalakiyên eleqeya wê pê re tune bû li xwe girtibû. Têkildarî mijarê hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.