Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku li paytexta Rûsyayê Moskowê di êrişa li dijî salona konserê de jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 133'yan. 
 
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê, têkildarî kesên di êrişa çekdarî ya li hemberî salona konserê ya bi navê "Crocus City Hall" de jiyana xwe ki dest dan daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 133'yan.