Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin

img
ŞIRNEX - Li Qilebanê di bi navê “lêgerîna madenan” dever tên kolandin û hafriyatên wan jî bi awayekî bêserûber diavêjin hawirdorê û çeman. Di çarçoveya xebatan de dar tên birîn û av tên qirêjîkirin. 
 
Qirkirina daran a li Şirnexê ku bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin, bênavber didome. Talankirina xwezayê ku bi talankirina daran dest pê kiribû, di bin navê “xebatên lêgerîna madenan” ên kargehên taybet de tê kirin. Di navbera her 100 mîtroyan a herêmên çiyayî ya di navbera gundên Kiror û Roboskê yên Qilebanê de lêgerîna madenan tê kirin. Makîneyên kar heta lûtkeyên çiyayan çûne û cihên ku ev makîne dikevinê jî daristan tên tunekirin. 
 
HAFRIYATAN DIAVÊJIN ÇEMAN 
 
Hafriyatên ku bi kemçeyan û di bin navê “lêgerîna madena komirê” de tên derxistin, bi awayekî rasthatî diavêjin derdorê. Hafriyatên li ser hev kom bûyîn, gêr dibin û dikevin nava çeman. Kevirên mezin ên di nava hafriyatan de gêr dibin, daran werdigerînin, berê çeman diguherînin û qirêjî dikin.