Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin

img
MÛGLA - Me dîmenên Daristana Akbelenê girtin ku bê li vir qada sîtê û darên zeytûnan çawa bi makîneyên kar hatine qirkirin. 
 
Li navçeya Mîlas a Mûglayê, piştî ji bo vekirina kana madenan Daristana Akbelenê tehsîsî şîrketa Enerjiyê ya Yenîkpy-Kemerkoyê hat kirin, di 24'ê tîrmehê de piştî birîna daran li herêmê dest bi amadekariyên çêkirina kanê hatin kirin. Şîrket, li ber xaniyên şêniyên Îkîzkoylulerê ku terka xaka xwe nakin dîmanîtan diteqîne û sondajê li erdê dixe. Her wiha şîrket bi makîneyên karî erdê dikole û nebatên li herêmê ji kokê radike. Şîrket di bin çavdêriya leşkeran de her derê herêmê bi çîtan girtiye. Her wiha "qereqola dagirkeriyê" ya leşkeran ya li nava erdên tapokirî hê jî wekî xwe ye. 
 
ME DÎMENÊN QIRKIRINA XWEZAYÊ GIRTIN
 
Weke Ajansa Mezopotamyayê (MA) em li gel gundiyan çûn qada madenê û me qirkirina xwezayê kişand. Di dema xebatên piştî birîna darên Daristana Akbelenê dest pê kirin de dînamît tên teqandin hêj jî ziyaneke mezin dide malên xelkê herêmê. Welatî dibêjin ku ji ber teqînên dînamîtan dîwarên malên wan derizîne û di dema teqînan de nikarin li malên xwe bisekinin. Gundiyan got ku di dema teqînan de sewal jî ditirsin lê tevî her tiştên neyînî jî dê xaka xwe bernedin.
 
QADA SÎTÊ TÊ TUNEKIRIN
 
Her wiha çendî di qada madenê de qada sîtê ya arkeolojîk heye jî, makîneyên karî xebatên xwe yên li wir didomînin. Her wiha li orta qada madenê darên zeytûnan hene. Li gor qanûna madenê divê herî kêm 3 kîlometre dûrî darên zeytûnan tu xebatên bibin sedam tozê neyên kirin. Lê çendî darên zeytûnan li orta qada madenê ne jî, ev xebat tên kirin. Her wiha hat dîtin ku li derî qada madenê jî darên zeytûnan hatien birîn û qada heya çend meh berê gelek dar lê bûn, niha rût e. 
 
GUNDÎ TÊN NERIHETKIRIN
 
Ji şêniyên gundê Îkîzkoyluyê Nejşa Işikê ragihand ku li biniya qada madenê li texma Akbelenê 17 mal hene. Işikê bilêv kir ku li herêmê tu kesî terka malên xwe nekiriye û got: "Li pişt mala min, di nava rojê de saet ji 6'ê êvarî ve dînamît tên teqandin. Bi şev heya serê sibehê xeta tên kirin. Tu dereke vî çiyayê qerase nemaye. Bi taybetî ji bo gundiyan nerihet bikin, li biniya malên me dînamîtan diteqînin. Çendî dema paleyiya zeytûnan e jî, em newêrin bikin. Zarokên me nikarin li dersên xwe bixebitin." 
 
'EM DEST JÊ BERNADIN'
 
Işik anî ziman ku ev tê wateyaxepkirina mafên wan û got: "Wiha difikirin ku me Akbelenê birî û kar safî bû. Lê ev kar safî nebûye. Akbelen tenê ne daristan bû. Ev der navend abajêr e, navend azeytûnan û kaniyên avê ye. Lê yek ji van jî nehat dîtin. Xaniyê me bi ser serê me de bînin xwaêr jî em ê terka vî gundî û vê axê nekin." 
 
'MIN GOT QEY XANÎ HILDIWEŞE'
 
Ji şêniyên gund Hasan Demîr jî got: "Saet di 6'ê êvarî de dînamît teqandin. Min got qey xanî hildişewe. Bavê min 90 salî ue, ez tirsiyam ku tiştek bê serê wî. Rayedarên şîrketê tevî cendirmeyan tên aletan datînin cir. Xanî diheje, naheje, xera dibe xera nabe ne xema wan e. Min ev yek ji leşkeran re jîg ot, gotint itş nabe. Xaniyên me xera bikin jî em ê bi tu derê ve neçin."
 
Hasan Yorûlmaz jî got: "Dînamît bandorê li her derî dikin. Xanî dihejin. Îhtimala ku kevir bên vir jî heye. Heywan ditrisin." 
 
MA / Tolga Guney