Komeleya Ekolojiyê dê ‘Bazara Pêvguhertinê’ li dar bixe

img
AMED - Komeleya Ekolojiyê dê sibê bi dirûşmeya “Bi qasî ku em xerc dikin, têne xerckirin, em bi parvekirinê zêde bikin” 5’emîn Bazara Pevguhertinê li dar bixe. 
 
Komeleya Ekolojiyê dê sibê bi dirûşmeya “Bi qasî ku em xerc dikin, têne xerckirin, em bi parvekirinê zêde bikin”, 5’emîn Bazara Pêvguhertinê, li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê de li dar bixe. 
 
Komeleya Ekolojiyê derbarê Bazara Pevguhetinê de daxuyaniyeke nivîskî parve kir û got: “Em bang dikin ku em li gorî hevsengiya ekolojiyê tevbigerin, bi hestiyariya hevsengiya ekolojiye em kêmtir xerc bikin, parve bikin, ji hilweşandina ekolojiyê û mêtingeriya kedê re bêjin na. Em ji bîr nekin ku her tiştê em dikirin ne tenê me û jiyana me, jiyana hin kesên din jî tune dike.”
 
‘BAZARA PEV GERMBÛNÊ’
 
Di daxuyaniya ku gelê Amedê vexwendiye Bazara Pevguhertinê de ev tişt hat gotin: “Em parve bikin, tiştên ku em parve dikin ne tenê mal e. Ew wateya tiştê li cem me, emanetkirina keseke din e. Bazara Pevguhertinê ne tenê qada guhertina tiştan e, cihê parvekirin, piştevanî, pev gerimbûn, bi hev re suhbet kirin, famkirin û dana famkirinê ye. Di serdemeke ku civak ewqas di nava paşveçûnên ekolojîk, aborî, polîtîk, derûnî û civakî jiyîn de, cihê ji bo hev dermanbûn û hêzdayîna hev e. Em bang li hemû rêhevalên xwe dikin ku bila werin û rengê xwe bidin vê rojê, tevî ku bîranînên xwe dewr dikin, bîranînên hên kesên din bigirin û piştevaniyê bikin.”