Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ‘Bazara Pevguhertinê’

img
AMED - Komeleya Ekolojiyê ya Amedê li dijî çanda mezaxtinê ya pergalê, 5’emîn Bazara Pevguhertinê li dar xist. Di bazarê de dîmenên rengîn derketin holê. 
 
Komeleya Ekolojiyê ya Amedê “5’emîn Bazara Pevguhertinê” li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar xist. Di bazarê de dowizên weke “Li vir pere derbas nabe”, “Pevguhertin jiyanê şîn dike”, “Neveşêre parve bike” û “Di vê danûstandinê de pere nayê bikaranîn” hatin daliqandin. Bazar, rastiyê eleqeyeke mezin hat û kesên li wir tiştên xwe yên ku bi kar nedianîn li bazarê bi kesên din re pevguhertin û danûstandina xwe kirin. Di bazarê de dîmenên rengîn derketin holê. 
 
‘EM JIYANEKE KOMUNAL PÊŞNIYAR DIKIN’
 
Ji aktîvîstên Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çita di bazarê de axivî û diyar kir ku pergala heyî di bin navê “Mijdara Bêhempa”, “Black Freday” hwd. de feraseta mezaxtinê hînî civakê dike. Çita, anî ziman ku ev bazar nîşan dide ku bi rêya piştgirî û alîkariyê jî civak dikare hewcehiyên xwe pêk bîne û wiha domand: “Her kesê li vir îro dê tiştekî aydê xwe bi tiştekî din re pevbiguherîne û bîranînên van tiştan jî pê re diguherînin. Ev bazar tenê cihê danûstandinê nîne. Her wiha cihê hevnaskirin, piştgirî û bîranînan e.”
 
JIYANA KOMUNAL 
 
Bi domdarî Çita bi lêv kir ku li bazarê tenê ne cil, pirtûk, tovên herêmî ku ew giringiyê pê didin, her wiha pevguhertina tov û pêlîstokên zarokan jî hene û wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku li vir zarok jî di nava pergaleke wisa de tiştên xwe, pêlîstokên xwe bi rihetî bi hev re diguherînin. Ev yek jî dikeve nava vê piştgiriyê. Bi hêviya ku ev çand hêj bêhtir pêş bikeve. Ji ber ku êdî em nikarin di vê krîza aborî ya heyî de hewcehiyên xwe bikirin. Her wiha tiştên weke lik, cil hwd. ziyaneke mezin didin ekolojiyê. Lewma em li dijî vê çanda mezaxtinê bi hev re parve dikin û jiyaneke komunal pêşniyar dikin.” 
 
Bazar, piştî pevguhertinê bi dawî bû.